Li Colemêrgê 13 kes hatin berdan
- 20:16 17 Tebax 2023
- Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrg, Gever, Çelê û Şemzînanê ji 23 kesên ku hatin binçavkirin 13 kes serbest hatin berdan.
Li navenda Colemêrgê û navçeyên Gever, Çelê û Şemzînanê di 15’ê Tebaxê de polîsan bi ser gelek malan de girtin û di nav de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê heyî 23 kes hatin binçavkirin.
Serê sibê 23 kesan Emîne Ozdel, Mahsûme Akin, Munîre Bayram, Hafset Fendîk, Hevîdar Alî, Fatma Bûlût, Hunaf Sefali, Sabriye Urek, Saadet Degîrmencî, Duriye Bor, Seniha Geylan, Ayhan Dayan û Faysal Açar piştî îfadeyên wan a li emniyetê hatin berdan.
Di heman demê de 10 kesên ku piştî îfadeyên wan ên li emniyetê sewqê dozgeriyê hatin kirin. Bendê ne ku sibê îfadeyên wan bên girtin.