Li Êspîrê jinek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

  • 16:57 17 Tebax 2023
  • Rojane
 
ERZIROM – Li navçeya Êspîrê jina bi navê 63 salî Nerîman T. bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Êspirê ya Erziromê jina bi navê Nerîman T. a 63 salî dema çûye serdana xizmên xwe bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest da. Li gor agahiyên ku hatin girtin Nerîman ji Taxa Çalikaya Başmezra çûye Taxa Sarikonak Altinbaş, welatiyên wê derê Nerîman a ku li kêleka rê bê giyan raketiye dîtin 112 geriyan. Li ser îxbara hat kirin komên tendirustiyê û cendirme çûn cihên bûyerê û hat zanîn ku jiyana xwe ji dest daye.
 
Cenazeyê Nerîman ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Êspîrê.