Nobeta li Mexmûrê didome: CPT hem berpirsyar e hem jî şirîk e

  • 11:13 17 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENA NÛÇEYAN - Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Mexmûrê çalakiya nobedê hatibû destpêkirin didome. Çalakî îro bi dewrgirtina koma 6’emîn didome.
 
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), çalakiya nobedê li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê di 20’ê Tîrmehê de hat destpêkirin. Çalakiya Nobetê her 5 roj carekê bi dewrgirtina komekê berdewam bike. 
 
Çalakî îro ji aliyê koma 6’emîn ve hat dewrgirtin. Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo tevahî pakrewanên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma pêncemîn hevberdevka Tendurustiyê Nûran Sezgîn axivî.
 
Nûran, di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Tecrîdek girankirî û ji derveyê exlaqî li ser Rêbertî tê meşandin. Ev 29 meh in bi Serokatî re hevdîtin nayê kirin, ne malbat ne jî parêzer nikarin biçin gel Serokatî. 
 
Ev pêkanîn ji derveyê hiqûqê ye lê dewleta Tirk a dagirker û faşîst ji aliyê hiqûq û mirovî ve tu qanûnan nas nake. Tecrîdek girankirî li ser Rêbertî ferz dike. Dema tecrîd li ser Rêbertî tê girankirin di heman demê de li ser Gelê Kurd û Kurdistanê jî tecrîd tê girankirin. Ger kes di girtîgehê de be, her car cezayê disiplîn û hucreyê lê tê dayîn û tevahî mirovahî jê re bêdeng dimîne. 
 
Weke CPT çûye hevdîtin pêk aniye, dibêje ger dewleta Tirkiyeyê destûr nede em nikarin der barê rewşa Rêbertî de daxuyaniyek bidin. Mirov dikare bibêje wê demê CPT di nava vê tecrîdê de di pileya yekem de hem berpirsyar e hem jî şirîkê dewleta Tirk a faşîst e.”
 
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.