Dîlber a ku 9 roj in têkoşîna jiyanê dide rewşa wê giran e

  • 11:13 17 Tebax 2023
  • Rojane
 
QERS - Li navçeya Têkorê Dîlber Alinak a ku hat xwestin bê qetilkirin 9 roj in têkoşîna jiyanê dide û rewşa wê giran e.
 
Li navçeya Têkorê ya Qersê di 9’ê tebaxê de kiryarê AKP’yî Ekrem Aybî yê ku xwest Dîlber Alinak qetil bike, xetereya jiyana wê didome. Dîlber a ku 9 roj in di beşa lênêrîna giran a Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê de ye, ser hişê xwe ve hat. Her wiha bijîjkan diyar kir ku di mêjiyê Dîlberê de odem zêde bûye û divê careke din emeliyat bibe. Her wiha hat zanîn ku emeliyat xetere ye û rewşa Dîlber hîn xetere ye.