Komîteya Tendûristiyê: Êrişa li Nexweşxaneya Sikêniyê sûcê şer e

  • 10:54 17 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê di salvegera 2'yemîn a komkujiya Nexweşxaneya Sikêniyê de daxuyaniyek da û got: "Li gorî Hiqûqa Cezayê ya Navnetewî, êrişa li ser nexweşxaneyan û mirovên bêparastin sûcê şer e. Dewleta Tirk li Şengalê ne tenê sûcê mirovahiyê kir, îmze avêt bin sûceke din a şer ya li gorî qanûnên navnetewî."
 
Di 17’ê Tebaxa sala 2021’ê de dewleta Tirk Nexweşxaneya Sikêniyê ya li Şengalê bi balafirên şer çar caran li ser hev bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 4 xebatkarên tenduristiyê Elî Reşo Xidir, Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidir û Muhlîse Sîdar hatin qetilkirin. Her wiha 4 şervanên YBŞ’ê Hemîd Sedûn, Xidir Şeref, Ramî El salim û Meytem Xidir Xelef ên ku ji ber dermankirinê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. 
 
Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê ji ber salvegera 2'yemîn a komkujiya Nexweşxaneya Sikêniyê daxuyaniyek da. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê êzidiyan di qirkirinê re derbas kir, lê nekarî Êzdayetiyê ji holê rake û Şengalê tune bike. Dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ji bo qirkirina êzidiyan temam bikin, dest bi her cûre êrişên ne exlaqî û dij mirovane kirin. Dema êrişî civaka êzidî kirin, ti hiqûqeke mirovî û şer nasnekirin û her cûre êrişê ji xwe re rewa dîtin.
 
Di 17’ê Tebaxa 2021’ê de, dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li ber çavê hemû cîhanê sûceke nû ya mirovahiyê kir. Nexweşxaneya Sikêniyê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve 4 caran li ser hev hate bombebarankirin.
 
Di encama êrişan de 4 xebatkarên tenduristiyê Elî Reşo Xidir, Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidir û Muhlîse Sîdar şehîd ketin. Her wiha 4 şervanên YBŞ’ê Hemîd Sedûn, Xidir Şeref, Ramî El salim û Meytem Xidir Xelef ên ku ji ber dermankirinê li nexweşxaneyê bûn şehîd ketin.
 
Li gorî Hiqûqa Cezayê ya Navnetewî, êrişa li ser nexweşxaneyan û mirovên bêparastin sûcê şer e. Dewleta Tirk li Şengalê ne tenê sûcê mirovahiyê kir, îmze avêt bin sûceke din a şer ya li gorî qanûnên navnetewî.
 
Dewleta tirk, ji bo ser vê sûcê xwe bigire, îddia kir ku ev der ne nexweşxaneye, lê baregeheke leşkerî ya YBŞ’ê ye.
 
Lê derbarê nexweşxaneyê de gelek agahî, şahidî û dîmen derketin holê ku piştrast dikir ew der nexweşxaneyeke di xizmeta civaka êzidî û Gelê Ereb de ye. Ruxmê ku belgeyên têrker hene lê heta niha li ser vê êrişê dewleta Tirk nehatiya cezakirin û herkes bêdeng e.
 
Heta niha di serî de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Rêxistina Bijîşkên Sînornenas, saziyên tenduristiyê yên Neteweyên Yekbûyî û saziyên civaka sivîl derbarê vê sûcê mirovahiyê de lêkolînek nedane destpêkirin. 
 
Em wek Komîteya Tendûristî a Şengalê bang li hemû saziyên pewendîdar û hikûmeta Iraqê dikin, bi erka xwe rabin û lihember van sûcên şer bêdeng nebin. Ne tenê ev êriş dibe ji sala 2017’an heta 2023'yan, dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê 30 caran êrişên hewayî kiriye. Di van êrişan de pêşeng û fermandarên civaka êzidî jî di nav de 30 kes şehîd bûne, 25 kes jî birîndar bûne. Ev êrîş heta roja meya îro jî dewam dike û dema dewleta Tirk derfet bibine êrîşên xwe pêk tîne.”