Ji Anzeleyê dîmenên rengîn

  • 09:08 17 Tebax 2023
  • Rojane
 
AMED - Zarokên ji germaniya bajêr a 40 pileyî derbas dike aciz dibin xwe di nava ava Anzeleyê ya li Sûrê dibînin.  
 
Ava Anzeyeleyê jêderkeke avê ya girîng a Sûra Amedê ye. Ava Anzeleyê ji quntarên Qerejdaxê tê û ji binê Deriyê Duçavî yê Taxa Îskender Paşa derbas dibe. Her wiha ji Baxçeyên Hevselê jî derbas dibe û diherike Çemê Dîcleyê. 
 
Anzele û Hawizê Masiyan heta salên 1950'î jî yek ji jêderkên girîng ên bajêr bû. Ev herdu jêderkên avê di sala 1978'an de ji ber bajarvaniya bêpergal bi temamî hat tunekirin. Piştre li ser Ava Anzeleyê avahiya agirkujê hat avakirin. Lê belê di sala 2004'an de xwe ji nû ve da nîşandan. 
 
Ava Anzeleyê ya ji bo bajêr jêderkeke girîng a avê ye ji bo zarokan jî cihê kêfxweşiyê ye. Ji ber germa zêde zarok dikevin vê avê û piştre xwe didin ber tavê. Malbat jî li bin darên li parkê rûdinên û dibin şahidên kêfxweşiya zarokên xwe. Bi vê re dîmenên rengîn jî derdikevin holê.