Li dijî tecrîdê têkoşîneke topyekûn hewce dike

  • 09:07 17 Tebax 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Siyasetmedarên jin bertek nîşanî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: "Tecrîd sûc e û divê li dijî tecrîdê jî têkoşîneke topyekûn bê dayîn." 
 
Tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha didome. 29 meh in jî tu agahî jê nayê girtin. Derbarê tecrîdê de gelek çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin û bangewaziyên hişyariyê hatin kirin. 
 
Derbarê tecrîdê de Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Nû ya Sosyalîst (SYKP), Canan Yuce û hevseroka Partiya Çep a Kesk a Kadikoya Stenbolê Nûrten Karagoz ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn. 
 
Nûrten, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û da zanîn ku tecrîd sûcê mirovatiyê ye û got: "29 meh in ji Rêberê PKK'ê agahî nayê girtin. Negirtina agahiyê tê wateya kûrkirina tecrîdê. Tecrîda ku li hemberî birêz Abdullah Ocalan tê meşandin niha belavî hemû girtîgehan û civakê bûye. Îro pirsgirêkên ku tên jiyîn ji ber tecrîdê ye. Pirsgirêka aboriyê, germahî û şewata daristanan. Cûdî û Akbelenê bi birîna daran cihê heşînahiyê ji holê tê rakirin û li herêmê dagirkirin pêk tê. Kesek heke 30 meh hevdîtinê neke ev tişt sûc e. Mafê hevdîtinê mafê herî xwezayî ye. Mafê girtiyan a makeqanûnê heye. Lê belê mafê makeqanûnê tê binpêkirin."
 
'Bêdengmayîn sûc e'
 
Nûrten, daxuyand ku serlêdana parêzeran her tim bêyî hincet tê astengkirin û wiha bi lêv kir: "Kesên girtî be carek din nayê cezakirin û nayê tecrîdkirin. Ev xal di makeqanûnê de heye. Bi sêpanên kêyfî hevdîtin tê astengkirin. Tecrîda li hemberî Birêz Ocalan li hemberî kurdan jî tê meşandin. Kurd hatine tecrîdkirin. Dewlet vê tiştî dike. Tecrîd li hemberî civakan û gelan tê meşandin. Dixwazin gelekî ji holê rakin. Ev bi serê xwe qirkirine û qirkirina gelekî ye. Bêdengmayîna li hemberî vê yekê jî tê wateya sûcê mirovatiyê. Divê li hemberî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan têkoşîneke bê dayîn." 
 
'Li Îmraliyê berxwedan didome'
 
Hevserok Nûrten, diyar kir ku 25 sal in Abdullah Ocalan li Îmraliyê di nava berxwedanê de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nêzî 30 meh in agahî jê nayê girtin. Di demek ewqas de girtî mayî û di nav hilberînê de bûyîn bi serê xwe berxwedan e. Divê li hemberî berxwedanê mirov serî bitewîne. Her wiha li dijî tecrîdê mirovatî divê bertek nîşan bide. Bi têkoşîneke hevpar dê ev tecrîd têk biçe." 
 
Encamên polîtîkayên faşîzane
 
Canan Yuce jî, bertekên xwe li hemberî agahî negirtinê anî ziman û got: "AKP-MHP ji bo parastina îktîdara xwe hemû pirsgirêkên heyî vedişere û polîtîkayên zext û zilmê her roja ku derbas dibe zêdetir dike. Bi taybetî jî wan polîtîkayan jî di serî de li Îmraliyê û piştre jî li girtîgehên din dimeşîne. Bi gerêdayî tecrîdê re rewşa girtiyên siyasî jî her diçe girantir dibe. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Bi raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) girtî nayên berdan û înfazên girtiyan tên şewidandin. Cezayên hicreyê qat bi qat zêdedikin. Bi vê re jî mafê herî sereke ya hevdîtinê jî tê astengkirin û girtî tên cezakirin. Ev tişt ji encamên polîtîkayên faşîzane pêk tê. Her wiha îktîdar her tim di şer de jî israra xwe didomîne." 
 
'Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê tecrîd rabe'
 
Canan, daxuyad ku li hemberî mafê jiyanê êrişek heye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li hemberî êrişên ku pêk tê em nikarin xwe bêdeng bikin. Lidij derketina tecrîdê dê rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê veke. Em wekî SYKP'ê li dijî tecrîdê ne. Em ê li diji binpêkirina mafan têkoşîna xwe bidomînin. Em çawa li hemberî qetilkirina jinê, talankirina xwezayê û qeyrana aborî têdikoşin em ê li hemberî tercîdê jî têbikoşin. Em ê têkoşîna xwe hem hindir û hem jî li derve bimeşînin. Lê li vir tişta herî girîng jî têkoşîna civakî ye, encax wisa têkoşîn dê serkeftî be." 
 
'Têkoşîneke topyekûn hewce dike'
 
Hevseroka Giştî ya SYKP'ê bal kişand ser têkoşîna hevpar û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi her awayî li cem xweza û jinê bin. Her wiha em dizanin ku tecrîd sûc e û em ê li hemberî vê dengê xwe bilind bikin. Em ê bibin dengê girtiyên siyasî. Îktîdar bi girtin, binçavkirin, zext û zilmê rê li ber têkoşînê dixwaze bigire, fikr û ramanê azad dixwaze asteng bike. Divê em li dijî vê yekê topyekûn têbikoşin."