Riham Heco: Li dijî tunekirina civakan têkoşîneke hevbeş divê

  • 09:06 17 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Heco, diyar kir ku ji Behdînan, Helebcê, Silêmanî, Kerkûk, rojhilatê Kurdistanê û Ewropayê gelek jin beşdarî konferansa ku li Silêmaniyê hat lidarxistin bûn û got: "Civakên ku li ser axa Iraqê dijîn wek hemwelatî nayên dîtin û bi polîtîkayên tunekirinê re rûbirû ne. Li dijî tunekirinê hewce dike ku têkoşîneke hevbeş bê meşandin." 
 
Bi boneya salvegera Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an, li bajarê Silêmaniyê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  bi dirûşma “Tekoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngavekê ber bi pergalek demokratîk û misogeriya bidawî anîna komkujiyê ye” konferansek hat lidarxistin. Ji Ranya, Silêmanî, Kerkûk û Helebçe gelek nûnerên sazî û dezgehên jinan beşdarî konferansê bûn. Ev konferans ji hêla jinan ve bi her avayî hat nirxandin.  
 
Derbarê konferansê de endama Koordînasyona TAJÊ Riham Heco ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî.
 
'Şengal cihê qehremaniyê ye'
 
Riham, di destpêka axaftina xwe de pakrewanên 74 fermanan bi bîr anî û got: “Ji bo me Şengal cihê ku destanên qehremaniyê hatiye nivîsin e. Cihê berxwedanê ye. Ligel vê yekê jî li ser vê erdnegariyê êşên mezin hatin jiyîn.  Ji bo me meha tebaxê mehek girîng e û ji aliyek meheke bi êş e û ji aliyek jî meheke berxwedanê ye. Di vê mehê de rihê berxwedan û têkoşînê hatiye mezinkirin. Her wiha tola 74 fermanan di vê mehê de hat hildan. Ji bo me ji bo TAJÊ jî em dikarin bêjin meheke hesab pirsînê bû û tol hildanê bû. Me nîşan da ku êdî civaka me ne muxtacê kesên din e. Civaka me ji rewşa berê rizgar bûne.”
 
Xebatên dîplomasiyê li pêş dixin
 
Riham, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên ku di salên dawiyê de tê meşandin: “Bi rastî êdî em hatine rewşek wisa em ne qetlîaman qebûl dikin û ne jî jiyana berê. Niha em di her alî de têkoşînê didin meşandin. Em xebatên xwe bi planî pêk tînin. Li ser vê esasî di salên dawiyê de xebatên me yên wekî dîplomasî li pêş e. Em dixwazin bi dîplomasiyê dengê jinên êzidî ragihînin li her derê.  Dengê berxwedana êzidiyan û jinên êzidiyan tenê li Şengalê nebîne. Em dixwazin hêdî hêdî ber bi dervê ve derkevin.”
 
Li Bexdayê komxebat
 
Riham, diyar kir ku di demên borî de li Bexdayê komxebatek li dar xistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev komxebata ku li Bexdayê hat lidarxistin li ser asta cîhanê bû. Kesên derfet nînbû tevlî komxebatê bibin bi rêya online tevlîbûn. Gelek ereb hatin tevlî komxebatê bûn. Êdi herkes çîroka me bihist, êşa me bihist û berxwedana me bihistin. Li ser vê esasî me li Silêmaniyê komxebatek din li dar xist.”
 
Tevlîbûna kakeyî, feylî, mesîhî...
 
Riham, destnîşan kir ku li dijî qirkirinan têkoşîna hevpar hewce dike û wiha bi lêv kir: “Ev konferansa me ya ku li Silêmaniyê pêk hat di asta Herêma Başûrê Kurdistanê û Şengalê de bû. Ji herêma Behdînan, Helebçê, Silêmanî, Kerkûk, Rojhilatê Kurdistanê û Ewropayê beşdarbûna jinan pêk hat. Dayik, ciwanên Şengalê û endamên TAJÊ’ê beşdarî konferansê bûn. Li ser axa Iraqê ne tenê civaka êzidî gelek civak hatin qirkirin. Me xwest bi vê konferansê hemû civakan bînin cem hev û nîqaşan bidin destpêkirin û têkoşîneke hevpar li ser axa Iraqê bidin meşandin. Heke em têkoşîneke hevpar nemeşînin zehmete ku em ji qirkirinê rizgar bibin. Li ser vê esasî tevlîbûna kakeyî, feylî, zerdeştî, mesîhî, şîî ya konferansê girîng bû.”
 
Di konferansê de çîroka jinan
 
Riham Heco da zanîn ku di konferansê de gelek cîrok hatin vegotin û wiha axivî: “Di konferasê de çîroka qirkirina jinên feylî hat ziman. Jinên feylî ên kurd bi qirkirineke re çawa re rûbirû man, raste jinên êzidî jî bi êrişa DAIŞ’ê re rûbirû man û hatin qetilkirin, cih û warên wan hatin talankirin û hatin koçberkirin. Heman tişt hatiye serê civakên din jî, lê bi rêbazek cuda. Dema ev jî behsa çîrokên xwe dikin, em dibînin ku gelek çîrokên bi êş hene.”
 
Li dijî çanda civakan polîtîkayên tunekirin
 
Riham, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser hemwelatîbûnê: “Civakên ku li ser axa Îran û Iraqê dijîn wek hemwelatî nayên dîtin. Ji bo tunekirina wan jî polîtîkayeke taybet li hemberî wan dimeşînin. Li ser esasî makeqanûnên xwe vê yekê dikin. Ji bo kakeyî jî heman tişt hat meşandin, ji bo ziman û çanda xwe dûrbikevin polîtîkayeke taybet li hemberî wan hatiye meşandin. Ev pêkhateyên ku li Iraqê  bi qirkirinê re rûbirû mane, me xwest di konferansê de bên cem hev û bi hev re nîqaşan bikin.” 
 
'Têkoşîneke hevbeş hewce dike'
 
Endama TAJÊ Riham, diyar kir ku divê têkoşîneke hevbeş di navbera pêkhateyan de hebe û wiha nêrînên xwe anî ziman: “ Pewîste tiştek hevbeş hebe, li Iraqê têkoşîneke me yê hevbeş hebe. Rastê em her yek ji civakekî ne, rêxistinên me cuda ne, her yek me têkoşîneke cuda dide meşandin,  li ber xwe dide, bername, plansazî û armancên wan ên cuda hene. Lê hewce dike ku nîqaş, têkoşîn û bernameyeke me ya hevbeş ê têkoşînê hebe. Divê asta azadiya hemû pêkhateyan esas bê girtin. Hemû rêxistinên pêkhateyan dê çawa rêxistineke hevpar pêş bixin û çawa hevdû bigirin di konferansê de yek bi yek hat nirxandin. Di konferansê de nîqaşên gelekî berfireh hatin kirin."
 
Di konferansê de kêmasiyên heyî hatin nirxandin
 
Riham Heco, daxuyand ku di konferansê re de kêmasiyên ku derketin holê jî hatin nirxandin û got: “Di konferansê de em li ser kêmasiyên xwe jî rawestiyan. Wekî civaka êzidî, derbarê sêrpêhatiyên civaka feylî de ne xwedî agahî ne. Civaka sabîa mendaî li Iraqê çi dijîn agahiya me pê nîne. Civaka kakeyî yên li Iraqê dijîn xebera me pê nîne. Her yek derdê wan cuda ye. Bi rastî em wek TAJÊ, naxwazin tenê bi civaka êzidî re sînordar bin, em dixwazin bi hemû civakan re bibin yek û pirsgirêkên wan jî bînin ziman. Ji ber ku pirsirêkên ku em dijîn, plansaziyên ku li hemberî me tên kirin û siyaseta tunekirinê ya ku li hemberî me tên meşandin yek in. Ev mijar di konferasê de berfirehî hat niqaşkirin. Em ê çawa têkoşîneke hevpar, berxwedaneke hevpar, rêxistinek hevpar û avakirina qanûneke hevpar pêk bînin di konferansê de yek bi yek hat ziman. Her wiha ji bo qebûlkirina qetlîaman, li dijî Hevpeymana 9’ê Cotmehê, li dijî plan û projeyên tunekirinê ya li ser pêkhateyan a li Iraqê nîqaşên berfireh hatin kirin. Di konferansê de hat diyar kirin rewşa ku niha hemû pêkhate û civak dijîn divê ji hêla jinan neyê qebûlkirin. Li beranberî wan tiştan divê helwesteke zelal a jinan hebe." 
 
'Bila herkes bê rewşa niha ya Şengalê bibîne'
 
Riham, da zanîn ku di konferansê de bang li herkesî hat kirin ku bila bên Şengala niha bibînin û wiha axivî: “Me di konferansê de bang li beşdarvanan kir ku bila bên Şengalê û rewşa niha ya Şengalê bizanin. Derbarê propagandaya ku li hemberî Şengalê tê kirin bila agahdarbin. Dibêjin Şengal ne aram e, ji ber vê yekê jî me got kesên ku dixwazin rastiya Şengalê û berxwedana Şengalê, sekna Şengalê bibîne, têkoşîna dayik û jinan bibîne bila berê xwe bidin Şengalê. Bi axaftin û semîneran nabe di cih de dîtin her tim baştir e.”
 
'Em li ser heman axê ne lê êşa hevdû nizanin'
 
Riham Heco di axaftina xwe de wiha qala êşa ku li ser vê axê tên jiyîn kir: "Di konferansê de tişta ku mirov zêde pê diêşiya jî, em li ser heman axê dijîn lê em êşa civakên din nizanin. Em taybetmendiya hev nizanin. Êzidî taybetmendiya feylî û kakeyî nizanin. Kakeyî taybetmendiya êzidiyan nizanin. Baweriyên wan ên civakan li ser çi esasiye, çi hez dikin an jî hez nakin çiye em nizanin. Piştî 74 Fermanan Êzidî çawa li ser piyan maye civakên din nizanin. Ev hemû tişt di konferansê de wek semîner hat vegotin. Hem konferansa Bexdayê û hem jî ya li Silêmaniyê hat dîtin ku li ser vê axê êşa jinan yek in. Têkoşîna jinan jî yek e. Zehmetiyên ku dijîn jî yek e.”
 
'Serdem serdema jinê ye û dem dema jinê ye'
 
Di konferasê de rewşa jinên efgan jî hat nîqaşkirin û derbarê mijarê de jî biryar hat girtin, endama TAJÊ Riham wiha nêrînê xwe anî ziman: “Di konferansê de rewşa jinên efgan jî hat dest girtin. Di kanferansê de behsa kampanyaya Koordînasyona KJK’ê ya ku bi dirûşma ‘Li dijî êrişên mêr ên hegemon em bi jinên efgan û şengalê re ne’ hatibû destpêkirin hat kirin. Kampanya watedar hat dîtin, di konferansê de hat ziman ku li ku derê dibe bila bibe hewce dike ku em jin xwedî li hev derkevin. Serdem serdema jinê ye û dem dema jinê ye. Em jin xwedî li xetekî ne. Em jî dixwazin ku ev cîhan li gorî rastiya jinê, edaleta jinê û bi pêşengtiya jinê were dîzaynkirin. Zilma li hemberî xwişkên me yên efgan ên ku ji hêla Talîbanê ve tê kirin wekî êrişên DAIŞ’ê ya li hemberî Şengalê ye. Em ê li dijî êrişan piştevaniya xwişkên xwe yên efgan bikin. Wek Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ me nameyek ji raya giştî ya cîhanî re û jinê efgan re bi rêkir. Me di nameya xwe de berxwedana jinên efgan silav kir. Her wiha bersiva nameya me jî hat. Em carek din dibêjin heke em yek dil, yek rih, yek armanc û yek helwest bin em ê heta dawiyê bi hev re têbikoşin." 
 
'Li dijî qetlîaman yekiti, hevgirtin û xwedîderketin divê'
 
Riham, diyar kir ku ligel berxwedana ku tê dayîn xiyanetek jî heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta Talîban bû serdest li vir jî xiyanetek mezin li gel hat kirin, li Şengalê jî heman xiyanet pêk hat. Xemsarî, xiyanet û berjewendî hebûn. DAIŞ’ê ku ne xwedî bi hêz bû bi tifaqa herêmî re qetîamek mezin pêk anî. Herwiha hikûmet û Amerika ya ku 25 salan li ser vê erdnegariyê serdest bûn bi hêsanî revîn. Di konferansê de ligel xiyanet û xemseriyan jî tişta ku derket pêş jî, pêwistiya pêşxistina tifaq, yekitî, hevgirtina jinê û piştevanî û xwedîderketina li hevdû bû. Hat diyar kirin ku bi van tiştan em dikarin pêşî li ber qetîaman bigirin."