'Li dijî destdirêjiya çeteyan divê em jin rêxistinbûyina xwe xurt bikin'

  • 09:03 17 Tebax 2023
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Têkildarî kiryarên komên girêdayî dewleta tirk ên mîna kuştin, îşkence, tundî, destdirêjî û tecawizê jinên Helebê bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin:"Pêwîst e tevahî rêxistinên erka parastina mafê mirovan hildane ser milê xwe, îro bi awayekî cidî bi erka xwe rabin. Bi yekîtiya me jinên kurd em ê dagirkeriyê têk bibin û têkoşîna li hember van sûcan mezintir bikin. Li dijî destdirêjiya çeteyan divê em jin rêxistinbûyina xwe xurt bikin."
 
Piştî dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn kirin bin kontrola xwe şûnde binpêkirina mafan li wir derket lûtkeyê. Gelek caran jin, zarok, ciwan ên temenmezin tên revandin. Ji bo bên berdan jî fîdye ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve tê xwestin û dema malbat nikaribe fîdyeyê bidin jî kesên tên revandin ji aliyê çeteyan ve tên kuştin. Her roj Efrîn bi kiryarên nemirovî yên ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve tê rojevê. Tecawiz li zarok û jinan tê kirin û ev yek jî li ber çavên cîhanê tê kirin. Herî dawî dîsa komên girêdayî dewleta tirk li Efrînê mirov revandin û tecawizî zarok kirin. Li dijî vê yekê bertek û nerazîbûn jî dewam dikin. Têkildarî mijarê jinên li Helebê bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin:"Di van demên dawî de kiryarên wekî tundî, kuştin, destdirêjî, tecawizkirin, îşkence zêde bûne. Li dijî van kiryarên hovane têkoşîna me jinan dewam dike."
 
'Li dijî van êrişana divê jin rêxistinbûyina xwe xurt bikin'
 
Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Emîne Beyrem kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê şermezar kir û wiha got:" Em dibînin ku îro carek din ji aliyê serçeteyekî girêdayî dewleta tirk ve li Cindirêsê tecawizî zarokekê hat kirin. Em jî van kiryarên hov ku bi serê jin û zarokên me de tên şermezar û red dikin. Li dijî van êrişana divê jin rêxistinbûyina xwe xurt bikin. Têkoşîna xwe mezin bikin û bibin yek. Em ê heta dawiyê li pişta gelê li Efrînê bin."
 
'Divê ew çete werin cezakirin'
 
Emîneyê da zanîn divê çeteyên êriş, tundî, îşkenceyê dikin bên cezakirin û wiha pê de çû:" Ev hemî kiryarên hov li ber çavên hemî dinyayê tê kirin lê tu kes dengê xwe nake. Yek jê jî Rêxistinên Mafên zarokan e. Lê  em wekî jinên Efrînî dengê xwe bilind dikin da ku em dengê jin û zarokên Efrînê bigihînin tevahî dinyayê. Divê hemî rêxistinên ku bi mafê mirov û zarokan bang dikin, berteka xwe li hember van çeteyên hov û di serî de dewleta tirk bidin nîşandan û ew kesên ku dest dirêjî jin û zarokan dikin werin cezakirin."
 
'Dewleta tirk xwezaya me tune û dagir dike'
 
Di dawiya axaftina xwe de Emîneyê carek din ev kiryar şermezar kirin û got:"Ji destdirêjiya li hember zarokan em dibêjin na. Em wekî welatiyên Efrînê têkoşîna xwe mezin dikin da ku em dawî li van sûcan bînin. Dewleta tirk tenê dest dirêjî zarok û jinan nake di heman demê de xwezaya me jî tune dike û dagir dike."
 
'Li dijî van kiryarên hovane têkoşîna me jinan dewam dike'
 
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Zeyneb Elî bertek nîşanî van kiryarên hovane da û wiha got:" Ev bû 5 sal in ku kiryarên hov ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve bi ser welatiyên Efrînê de tê kirin. Lê di van demên dawî de kiryarên wekî tundî, kuştin, destdirêjî, tecawizkirin, îşkence zêde bûne. Li dijî van kiryarên hovane têkoşîna me jinan dewam dike."
 
'Kiryarên nemirovî li ber çavên rêxistinên mafên mirovan dubare dibin'
 
Zeynebê da zanîn kiryarên nemirovî li ber çavên rêxistinên mafên mirovan dubare dibin û wiha got:" Ev ne cara yekem e ku ev kiryarên bê sinc di Efrînê de tên kirin, lê ya bi zora me diçe ev e ku kiryar dubare li ber çavên hemî dinyayê tê kirin û di encamê de bêdengiya rêxistinên parastina mafê mirovan derdikeve holê. Pêwîst e tevahî rêxistinên ku erka parastina mafê mirovan hildane ser milê xwe, îro bi awayekî cidî bi erka xwe rabin. Bi yekîtiya me jinên kurd em ê dagirkeriyê têk bibin û têkoşîna li hember van sûcan mezintir bikin. "