'Heta jin azad nebe civak jî azad nabe'

  • 09:02 17 Tebax 2023
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Femînîst aktivîst û zanyara siyasetê Yasemin Ozgun, têkildarî têkoşîna jinê û êrişên bi vê re kûr dibin nirxandin kir. Yasemînê bal kişand ser êrişên li ser destkeftiyên jinan û wiha got:"Têkoşîna jinên kurd bi salan e bandoreke mezin li ser cîhanê dike. Jin bi hev re dikarin gelek tiştan bikin. Ji tiştên dema jin tên gel hevdu û dikarin bikin, ditirsin. Ji têkoşîna jinan ditirsin. Lê belê heta jin azad nebe civak jî azad nabe."
 
Têkoşîn û serhildana jinan a li dijî êrişên li ser têkoşîna azadiyê li her derê cîhanê belav dibe. Têkoşîna jinan a bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li cîhanê belav bû. Ji bo jin ji sekna xwe tawîzê bidin jî êrişên îktidaran dewam dikin. Berê Peymana Stenbolê kirin hedef niha jî zagona 6284'an. Bi vê re êrişên li dijî destkeftiyên jinan jî dewam dike. 
 
Femînîst aktivîst û zanyara siyasetê Yasemin Ozgun, têkildarî têkoşîna jinê û êrişên bi vê re kûr dibin nirxandin kir. 
 
'Jin jiyan azadî gotineke bi sêhr e '
 
Yasemînê diyar kir ku têkoşîna jina ya bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li her derê cîhanê belav bû û wiha got:"Ji aliyê otorîteya Jîna Emînî qetil kir beden û nasnameya jinê tim dibe hedef. Lê belê serhildana jinê li dijî van êrişana bersivek e. Hem li Tirkiyeyê hem jî li Îranê bi êrişa li ser jinê li ser  LGBT+ dixwazin îktidara xwe li ser piyan bihêlin. Di şexsê Jîna Emînî de têkoşîna azadiyê dest pê kir. Heta jin azad nebin wê civak jî azad nebe. Loma Jin jiyan azadî gotineke bi sêhr e. Ya ku xwedî lê hat derketin şoreşa jinê bû."
 
'Ji tiştên dema jin tên gel hevdu û dikarin bikin, ditirsin'
 
Yasemînê da zanîn ji bo rizgariyek pêk were divê jin têkoşîna hevpar bikin û wiha got:"Li gelek cihên cîhanê jin bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' hatin gel hevdu. Tifaqa jinê têkoşîna jinê mezin dike. Têkoşîna azadiyê ya jinên li Îranê bandoreke mezin li me kir. Têkoşîna jinên kurd bi salan e bandoreke mezin li ser cîhanê dike. Jin bi hev re dikarin gelek tiştan bikin. Ji tiştên dema jin tên gel hevdu û dikarin bikin, ditirsin. Ji têkoşîna jinan ditirsin."
 
'Berdewamiya zihniyeta patriarkal a mêr' 
 
Yasemînê bi lêv kir ku li dijî têkoşîna jinê ya mezin dibe "çetebûyina mêran" tê avakirin û wiha lê zêde kir:"Ev çeteya bi gotinên îktidarê dikeve nava tevgerekê û êrişî destkeftiyên jinan dikin. Mêr tu carî ne mexdûr in. Dema Peymana Stenbolê hebû jî ji bo nekeve meriyetê çi ji destên wan hat kirin. Niha jî zagona 6284'an di hedefê de ye. Ev jî perçeyekî êrişa li dijî jinê ye. Pirgirêka xizaniyê di îktidarê de nabînin di nafaqayê de dibînin. Ev berdewamiya zihniyeta patriarkal a mêr e."
 
'Jin tu carî ji ya xwe nehatin xwarê'
 
Yasemînê da zanîn jinan li her qadê li dijî îktidara AKP-MHP'ê li berxwe dane û wiha pê de çû:"Jina li dijî zextan li dijî qedexekirinên kurtajê li dijî kampanyayên xwendina zarokên keç asteng dikin li kolanan bûn. Jinan tu carî ev tişt qebûl nekirin. Di serdema bêdenghiştina muxalîfan de jî jinan dengê xwe bilind kirine. Bi piştevaniyê têkoşîn dan meşandin. Polîtîkayên wan ên têkbirina jinan tu carî bi ser neket. Jin tu carî ji ya xwe nehatin xwarê."
 
'Jin di dema kêr digihêje hestî de bi wêrekî têdikoşe'
 
Yasemînê da zanîn wê têkoşîna hevpar a jinan her roj mezintir bibe û wiha got:"Jin heta bigihêjin azadiya xwe wê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' li kolanan bin. Vegera ji vê rêyê tune ye. Heta zexta li ser beden û keda jinê dewam bike ne pêkan e di civakê de em bigihêjin bextewariyê. Bi rakirina ji holê ya rejîmên zextxwir wê rizgariya civakî pêk were. Jin di dema kêr digihêje hestî de bi wêrekî têdikoşe. Li qada ku tê xwestin hebûna me ji holê bê rakirin jin têkoşîna hebûnê didin."