Li Minbicê li dijî zewicandina zarokan broşûr hatin belavkirin

  • 19:34 16 Tebax 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Minbicê têkildarî zirarên zewicandina zarokan û kuştina jinan, hemeleyeke hişyarkirinê dest pê kir. Di wê çarçoveyê de, li taxan broşûr belav kirin.
 
Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Minbicê têkildarî zirarên zewicandina zarokan û kuştina jinan, hemeleyeke hişyarkirinê dest pê kir. Nivîsgehê di hemleya xwe de li têketin û taxên bajêr, broşûr belav kirin.
 
Têkildarî hemleyê endama kombûnê Sara Hibaq got: “Navaroka hemleya me, na ji zewicandina zarokan na ji kuştina jinan re ye. Em armanc dikin hemleyê li gundewarê bajêr jî, pêk bînin.”
 
Sara diyar kir ku ji vê hemleyê armanc dikin rê li pêşiya zewicandina zarokan bigirin ji ber ku gelek belav e û bûye sedem ku rêjeya berdanê zêde bibe.
 
Endama Komîteya Perwerdeyê ya kombûnê Asye  Mihemed jî eşkere kir ku hemle dê 2 mehan berdewam bike.
 
Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Buşra Mistefa got: “Me xwest civakê ji diyardeyên civakî xilas bikin. Ji bo wê me xwest bi vê hemleyê rê li pêşiya zirarên zewicandina zarokan, pirbûna jinan û kuştina jinan bigirin. Ji ber ku jin qurbana van sûcan e.”
 
Bûşra da zanîn ku di meha borî de 4 bûyerên xwekuştinê çêbûne, du ji wan bi sedema namûsê bû û 25 bûyerên berdanê hebûn.
 
Di dawiyê de Bûşra got: “Em dê bi rola xwe rabin û civakê ji van diyardeyan hişyar bikin. Ta ku civaka me li hember her kesê dixwaze wê têk bibe, bisekine.”