‘Abdullah Ocalan rêyek sêyemîn pêşkêşî cîhanê dike’

  • 09:05 16 Tebax 2023
  • Rojane
 
AMED - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda giran de ye 29 meh in tu agahî jê nayê girtin. Pinar Sakik Tekîn ku der barê  tecrîdê de axivî diyar kir ku Abdullah Ocalan rêyek sêyemîn pêşkêşî cîhanê dike.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an de li Îmraliyê girtiye, 29 meh in agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên gel wî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nayê girtin. Hevdîtina parêzeran herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hat û hemû serlêdanên parêzeran tên redkirin. Malbatê jî herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de hevdîtinek telefonê kiribû. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn der barê tecrîda giran de axivî û da zanîn ku tecrîd di şexsê Abdullah Ocalan de li ser hemû gelê Kurd pêk tê.
 
‘Tecrîd li Tirkiyeyê teşeyekî tecrîdê ye’
Pinarê bi lêv kir ku tecrîd li Tirkiyeyê teşeyê rêveberî û polîtîkayekê ye û wiha domand: “Di 1999’an de Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê û tecrîda sîstematik jî dan destpêkirin. Bi anîna Abdullah Ocalan re li Îmraliyê pergalek nû hat avakirin. Girtîgeh anîn rewşeke ku yek kesek dikare lê girtî bimîne.”
 
‘Heqîqetek tê tecrîdkirin’
 
Pinarê di berdewamiyê de anî ziman ku tecrîd piralî tê meşandin û wiha daxuyand: “Em dikarin ji ser malbatên Kurd ên ji Kurdistanê hatine surgurkirin nîşan bidin. Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bê fêmkirin divê em li mijarên ku temsîl dikin binêrin. Hemû gelan ji nedîtîve tên û tune dihesibînin. Abdullah Ocalan pêşengê serhildana li dijî vê ye. Ji ber vê dixwazin gelan tune bikin. Dixwazin heqîqetê tecrîd bikin.”
 
‘Rojeva girtiyên nexweş jî girêdayê tecrîdê ye’
 
Pinarê balkişand ser girtiyên nexweş û wiha dirêjî dayê: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandor li ser hemû girtiyên siyasî û civakê dijî dike. Di serî de jin û ciwan bi bandor dibin. Girtinên kêfî pêk tên. Girtiyên nexweş bi awayekî kêfî terkî mirinê dikin. Înfaza girtiyan tê şewitandin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandorek mezin li ser jinan jî dike. Feshkirina Peymana Stenbolê, nîqaşên nefeqeyê, biryarên tedbîrê yên ji bo jinan nayên girtin û gelekên din. Êrîşên li ser aktîvîstên TJA’yê û siyasetmedarên jin. Ev hemû girêdayê tecrîdê ne.”
 
‘Abdullah Ocalan rêyek sêyemîn pêşkêşî cîhanê dike’
 
Pinarê armanca tecrîda girankirî bi van gotinan nirxand: “Komar dikeve sedsala duyemîn. Abdullah Ocalan ku paradîgma netewa demokratîk ava kir û mimarê vê ye, rêyeke sêyemîn pêşkêşî cîhanê kir. Lê pergal vê qebûl nake. Ji ber ev paradîgma pêşî li berdewamkirina rejîma zextxwir digire. Ji ber vê jî Birêz Ocalan tê tecrîdkirin. Tecrîda li ser Ocalan, tecrîda herî giran dîroka cîhanê ye. 29 meh in agahî ji  birêz Ocalan û girtiyên din ên cem wî tûne ye. Ya ku li ser Abdullah Ocalan û gelê Kurd pêk tê hiqûqa taybet e.”
 
‘Em ê aştiya civakî ava bikin’
 
Pinarê di dawiya axaftina xwe de der barê têkoşîna ku wê li dijî tecrîdê bidin de wiha vegot: “Ji bo pisgirêkên civakî pêşniyarên çareseriyê û polîtîkayên me hene. Di serî de pirsgirêka Kurd, ji bo hemû nasname, koman, daxwazên maf, jinan, ciwanan pêşniyarên me yên çareseriyê hene. Em ê rola Birêz Ocalan a di civakê de vebêjin. Em Partiya Çep a Kesk diçin kongreyê. Em ê bi biryarên kongreyê tecrîda li li ser Birêz Ocalan îfşa bikin. Em ê avakirina aştiya civakî pêk bînin. Pirsgirêkên civakî bi civakîbûnê dikare bê çareserkirin.”