ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN

  • 09:00 16 Tebax 2023
  • Rojev
 
*Jinên li Manîsayê rojane bi 400 TL li nav erdan dixebitin tiştên dijîn vegotin. DÎMEN HEYE
 
*VASKÎ'ya ku bi hinceta “Ava qaçax tê bikaranîn” avê dibire. Şêniyên li taxa Karşiyakayê bertek nîşan dan û gotin: "Pirsgirêka avê tucar nehat çareserkirin. Hinek tax bêav in û lê hinek tax jî qet av nayê birîn. Av tuneye em firaqên xwe bişon û karê xwe yê rojane bikin. Em vê cudakariyê qebûl nakin." BI DÎMEN
 
* Endama Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê Zeynep Sîpçîk der barê qeyûmên di 2019’an de tayînê şaredariyên HDP’ê bûne de axivî û da zanîn ku helwesta wan ya li dijî qeyûman di dirûşmeya "Ne qeyûm ne talan, dîsa jin dîsa jiyan" beramberiya xwe dibîne. BI DÎMEN 
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda giran de ye 29 meh in tu agahî jê nayê girtin. Pinar Sakik Tekîn ku der barê  tecrîdê de axivî diyar kir ku Abdullah Ocalan rêyek sêyemîn pêşkêşî cîhanê dike. BI DÎMEN
 
*Zilfiye Kurt da zanîn ku jin ji ber hişmendiya baviksalarî nikarin xwe pêş bixin lê belê jin dema bibin yek tu tişt nikare rêya wan bigire û wiha got:"Li dijî vê zihniyeta desthilatdar divê çi dikeve ser milê kê bike. Divê her tişt hevpar bibe." BI DÎMEN
 
*Do bi şev di saetên dereng de hat dîtin fabrîkaya çîmentoyê hemû çopên xwe diavêje Gola Wanê ya ku bi talûkeyeke mezin a qirêjiyê rû bi rû ye. BI DÎMEN
 
*Rêvebera KASED’ê Salîha Ayata, diyar kir ku desthilatdarî bi polîtîka şerê taybet hewl dide çanda kurd tune bike û da zanîn ku bi mîhrîcanan bîrdoziya xwe belav dikin. Salîha, da zanîn ku dê li dijî polîtîkayên şer çanda xwe diparêzin. BI DÎMEN