Di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin

  • 21:27 15 Tebax 2023
  • Rojane
KOCAELÎ - Li navçeya Gebzeyê di serdegirtinên malande 4 HDP’î hatin binçavkirin. 
 
Di serdegirtinên malan ên serê sibê yên li navçeya Gebze ya Kocaeliyê de endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feryat Seven, Şervan Başdemîr, Mûstafa Taşdemîr û kesê bi navê Zekî hatin binçavkirin. Endamên HDP’ê yên sedemê binçavkirina wan nehate zanîn li Qereqola Cendermeyan a Mollafenarî, her 3 kesên din jî li Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê tên sekinandin. 
 
Tê payîn ku kesên hatine binçavkirin dê derxînin edliyeyê.