Kesên li Edene û Mêrdînê hatibû binçavkirin hatin berdan

  • 20:35 15 Tebax 2023
  • Rojane
EDENE - 6 kesên duh li navçeya Ceyhanê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Ceyhanê ya Edeneyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” bi rê ve dibir de duh li navçeya Ceyhanê bi ser malan de hate girtin û 4 zarok û ciwanên bi navê Mehmet Oztemel, Tahîr Mamûk, Firat Bahadir, Caner Abo, Ferhat Kayran û Dîlan Erbek hatin binçavkirin. 
 
Her çar zarokên hatibûn binçavkirin duh piştî îfadeyên wan li dozgeriyê hatin wergirtin hatin berdan. 6 kes jî îro piştî kirariyên wan ên li miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Ceyhanê hatin kirin. 6 kesên sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlh a Ceyhanê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
Mêrdîn
 
Kesên li Nisêbin û Qoserê di sedegirtina malan de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.