Jinên Efganî: Em bi têkoşîna bi hev re serbilind in

  • 11:56 15 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Efgan, ji bo TAJÊ nameyek şandin û gotin; “Bi îlham û hêza ku me ji bilindbûna qehremantiya jinên Îranê û tevgera Kurdistanê girtiye, em serbilind in ku mil bi mil têdikoşin.”
 
Di salvegera dûyemîn a ji aliyê Talîbanê ve desteserkirina rêveberiya Efganistanê de, jinên ku li dijî Talîban û welatên ku piştgiriya Talîban dikin têdikoşin, ji bo jinên Kurdên Êzidî ku bi wan re di nava piştevaniyê de ne, li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) nameyek şand.
 
Jinên Efganî di nameya xwe de bal kişandin ser giringiya têkoşîna bi hev re û gotin: “Em bi têkoşîna bi hev re serbilind in.”
 
Li ser navê jinên Efgan jina têkoşer a bi navê Ferîba name nivîsand û di nameya ku bi gotina; ‘Silavên şoreşgerî ji bo hevalên şer dikin re’ dest pê kir, wiha berdewam kir:
 
“Di destpêkê de di salvegera duyem a dijminê jinan celat Talîban desthilata Efganistanê xistî destê xwe de, em spasiya xwe pêşkêşî xwişkên xwe dikin ku bi jinên Efgan re di nav piştevaniyê de ne. Mixabin ew atmosfera ku di nava welat de hakim, her roja ku diçe xirabtir dibe. Qada xebatên şoreşgerî û çalakiya jinan teng dibe. Di roja me ya îro de mafê herî bingehîn ê jiyanê weke mafê kar û perwerdeyê û mafê lixwekirina cil û berg tê tunekirin, ew wehşeta ku tê jiyîn, qada bê ewle û xizanî jiyana gel tarî kiriye, hêviya jinan û têkoşîna wan berdewam dike. Em weke jin dengê xwe di her pencereyê de li dijî faşîzma olî ya Talîbana xulamê emperyalizma Emerîka bilind dikin û têkoşînê dikin. Bi îlhama ku me ji bilindbûna qehremantiya jinên Îranê û tevgera Kurdistanê girtî, em serbilind in ku mil bi mil têdikoşin.
 
Ji bo we xwişkên me yên giranbuha bi hezkirina bê dawî.”