Carek din nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya wezaretê

  • 15:47 14 Tebax 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar li Enqerê didome. Malbata ku îro xwest bi Wezîrê Edaletê re hevdîtinê bike bi hinceta ku wezîr ne li cihê xwe hat astengkirin. Malbatê îro ev daxuyanî da: "Daxwaza me ne mudaxaleyê darazê ye, daxwaza me rakirina mudaxaleya li ser darazê ye." 
 
Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.  
 
Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di 26’ê tîrmehê de veguhest Enqereyê û li pêşiya Wezareta Dadê li dar dixe. Çalakiya ku li Enqerê hat destpêkirin 21 roj in berdewam dike. Ji ber nexweşiyê Emîne bi kursiya bi tekerlek tevlî çalakiyê bû. Emîne û Ferîl bi pankarta "Edalet" ji Deriyê Dîkmenê ya Parlamentoyê ber bi Wezareta Edaletê ve meşiyan. Ve carê jî bi hinceta ku wezîr ne li cihê xwe ye nehiştin malbat bikeve avahiya wezaretê. 
 
Malbata Şenyaşar ligel dorpêça polîsan dest bi çalakiyê kir û parlementer Ferît li vir axaftinek kir û got: "Li pişt me pankarta ku li ser 'edalet' nivîsî heye û  li ber Wezareta Edaletê jî dayikek bi zêmaran daxwaza pêkanîna edaletê dike. Em her tên ji me re her dibêjin wezîr ne li cihê xwe ye. Bersiva pirsa gelo li Tirkiyeyê edalet heye an na li vir xuya dike. Tirkiye vê dayikê temaşe dike û cîhan zêmarên vê dayikê bihist. Lê mixabin kesên ku edaletê pêk tînin wekî Rihayê li vir jî ji me dirêvin. Wezîrê Edaletê berpirsê pêkanîna edaletê ye. Daxwaza me ne mudaxaleya darazê ye, daxwaza me mudaxaleya li ser darazê bê rakirin e." 
 
Emîne Şenyaşar jî bi zêmarên kurdî banga serbest berdana kurê xwe Fadil Şenyaşar kir û got: "Îro ev zilm bû sedema tunebûna malbata min. Divê kurê min bê berdan. Dewlet li hemberî zilmê ranaweste."