Parêzer Çîgdem Kozan: Şewitandina înfazan ji tecrîdê serbixwe nîne

  • 09:05 14 Tebax 2023
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parêzer Çîgdem Kozan şewitandina înfazan nirxand û da zanîn ku dijhiqûqiyên li girtîgehan ji ber tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tên û got: “Ji Nîsana 2021’ê de ji ber şewitandina înfazan kes nehatiye tehliyekirin.”
 
Li hemû girtîgehên Tirkiyeyê ji ber biryarên Lijneya Şopandin û Îdarî girtiyên cezayê wan qedyane nayên tehliyekirin. Lijneya ku wek dadgeh tevdigere bi hincetên wek ‘poşman nebûye, di qawişa siyasî de dimîne yan jî cezayên dîsîplînê hene’ 3 an jî 6 mehan tehliye tên talqokirin. Li girtîgeha Sîncanê ya Jinan 14 girtiyên jin bi van biryarên lijneyê dîl tên girtin.
 
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Çîgdem Kozan der barê şewitandina înfazan de nirxandin kir.
 
‘Tu aliyê wê yê hiqûqî tûne ye’
 
Çîgdemê da zanîn ku di pêvajoya Covîd-19'ê de hinek guherîn hatine kirin û bi guherînên di qanûna înfazê de rayeya ji bo lijneyên şopandin û îdarî bi awayekî fîlî hatiye berfirehkirin û wiha dirêjî dayê: “Bi guherînên wir re lijneyên şopandin û îdarî derketin pêşberî me. Hemû jî merciyên biryarê ne. Berê biryarên berdana bi şert li dadgehên cezayê giran dibûn niha biryarê lijneyê dadgeriyên înfazê dike. Dadgehên cezaya giran ji heyetek sê dadgerî pêk tê. Hekîmtiya înfazê biryara lijneyê tenê li ser dosyayê kontrol dike. Ev jî tê wateya ku biryara lijneyê ji aliyê dadgeriya înfazê ve wek noterê tê erêkirin. Di lijneyê de midûrê girtîgehê, memûrê îdarî, tabîbê girtîgehê, psîkolog, gardiyan û personelên teknîk hene. Em behsa lijneyeke wek dadger tevdigere dikin.”
 
‘Tecrîd bandorê li ser hemû girtiyan dike’
 
Çîgdemê balkişand ser  şewitandina înfazan û wiha dirêjî dayê: “Me agahî girt ku ev pêkanîn ji bo girtiyên edlî jî pêk tê. Lê ji girtiyên siyasî serlêdan tên. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandor li ser hemû girtiyan kiriye. Tecrîda li Îmraliyê ji ya girtîgehan serbixwe nîne. Dijhiqûqiyên li girtîgehan ji Îmraliyê tê destpêkirin.”
 
‘Pergala serdest naxwaze jinan li qadan bibîne’
 
Çîgdemê balkişand ser şewitandina înfaza 14 girtiyên jin ên li girtîgeha jinan a Sîncanê û wiha dawî lê anî: “Rewşeke taybet di vir de heye. Girtîgeha Sîncanê di alî şewitandina înfazan de herêmek pîlot e. Bi taybet Sîncan di alî jinan de hinek din pîlot e. Ji Nîsana 2021’ê heta niha ji ber şewitandina înfazan girtî nehatine tehliyekirin. Pergala serdest naxwaze jinan li qadan bibîne û ji ber vê jî jin dîl tên girtin. Der barê şewitandina înfazan de serî li Dadgehê Destûra Bingehîn (DDB) tê dayîn lê biryara red tê dayîn. Ji DMME’ê jî heta niha der barê serlêdanan de bersivek nehatiye dayîn.”