ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN

  • 09:00 14 Tebax 2023
  • Rojev
 
* Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu di derbarê tecrîd û Peymana Lozanê de şiroveyên xwe anî ziman û wiha got: "Em li hemberî hişmendiya netewdewletê, bi perspektîfa neteweya demokratîk tevdigerin. Li dijî Peymana Lozanê em yekîtiya neteweyî biparêzin." DÎMEN HEYE
 
*Li Kurdistan û Tirkiyeyê kuştin, destdirêjî û tundiya li hember zarokan zêde dibe û di encama polîtikayên bêcezahiştinê ya desthilatdariyê de gumanbar tên xelatkirin. Ji Komîsyona Jinan a OHD’ê Canan Kaya diyar kir ku dewlet ji bo gumanbaran ceza dadixîne û daraza mêr gumanbaran xwedî dike. DÎMEN HEYE
 
*2 sal berê Talîban rêveberiya Afganîstanê bi dest xist û di van 2 salan de hewl da hemû qadên jiyanê yên jinan tune bike. Li dijî vê jinên Afgan dest ji berxwedanê bernedan. Piştgiriya herî mezin jî tevgera jinên Kurd dide jinên Afganîstanê.
 
*Parêzer Çîgdem Kozan şewitandina înfazan nirxand û da zanîn ku dijhiqûqiyên li girtîgehan ji ber tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tên û got: “Ji Nîsana 2021’ê de ji ber şewitandina înfazan kes nehatiye tehliyekirin.” DÎMEN HEYE
 
*Li navçeya Mustafakemalpaşa a Bursayê karkerên demsalî yên Kurd di bin şert û mercên giran de dijîn. Karker diyar dikin ku ji bilî rojên şiliyê her roj li ser erdan e. DÎMEN HEYE
 
*Şîrketa MUÇEV ya li Muglayê perav bêyî usul kirê kiriye, bihayên zêde li esnafan ferz dike. Şîrketa bi piştgiriya wezaretê faliyetan dimeşîne, peravên ji gel re vekirî yek bi yek desteser dike. DÎMEN HEYE