Ji eşîrên Ereb der barê tecrîdê daxuyanî

  • 20:30 13 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rûspiyên eşîrên Ereb û şêniyên Til Hemîsê bang li rêxistinên mafên mirovan û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku tecrîda li dijî Abdullah Ocalan tê meşandin, bê rakirin.
 
Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê bi hevkariya meclisên bajarokên Til Ehmed, Ceza, Ekaz û Ebû Cirn çalakiya konvedanê li qada navenda çandê ya li  navçeyê li dar xist. Di çalakiyê de hevserokê PYD′ê yê Til Hemîsê Xalib El Sedûn axivî û got: "Ev çalakiya me, ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e."
 
El Sedûn da zanîn ku fikra Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahî pêkhateyên herêmê fikreke ronakbîrî ye û wiha domand: "Têkoşîna Rêbertî ne tenê ji bo azadiya gelê kurd e, lê belê ji bo tevahî gel û mirovahiyê vejînek e. Ramana wî pêşerojeke geş ji her kesî re xêz kir. Ev fikr ji tevahî dozên Rojhilata Navîn re, çareseriya bingehîn e. fikra Abdullah Ocalan xizmetî tevahî cîhanê dike, projeya wî ya ku xwe li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêkanîn, nîşaneya vê yekê ye.”
 
‘Em berxwe didin’
 
 Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed El Xelef jî wiha axivî: "Em îro li vir in û ji cîhanê re eşkere dikin ku em li welatê xwe li ber xwe didin, serî natewînin, xemsar nabin û vîna me naşike. Em azad hatin dinê, xak, rûmet û rêberê xwe diparêzin."
 Endama Kongra Star a Til Hemîsê Efer El Casim jî wiha got: "Çalakiya me ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê me ye ku dewleta tirk ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk lê ferz kiriye. Lê berovajî wê em ê têkoşînê li hember planên dewleta tirk  bilind bikin, li ser rêça şehîd, felsefeya Rêbertî bimeşin. Armanca fikra Rêbertî avakirina civakeke exalqî, polîtîk û demokratîk e da ku wekhevî di navbera mêr û jinan de pêk bê. Armanca wê, şikandina zihniyeta baviksalarî ya şerê jinan dike û azadiya qeyd dike."
 
‘Fikra wî bandorek mezin li ser me kir’
 
Endamê rêveberiya PYD′ê ya Til Hemîsê Hiyal El Xiwêr sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha anî ziman: "Dewletên dijberî fikra  Abdullah Ocalan komployeke mezin li dijî wî pêk anîn. Em gelê herêmê vê yekê red û şermezar dikin. Ramana Abdullah Ocalan bandor li herêmê û cîhanê kir.”
 
‘Rola Ocalan pir mezine’ 
 
Li ser navê rûspiyên eşîrên ereban ên Til Hemîsê Mihemed El Hesen axivî û bal kişand ser rola mezin a fikr û felsefeya Abdullah Ocalan a li ser eşîrên ereban û wiha got: "Em, li dijî komployên navneteweyî yên dikevin xizmetî dewleta tirk sekn û piştgiriya xwe bi Rêbertî re nîşan didin. Em bi hêzên xwe yên leşkerî re ku li dijî dewletên hewl didin vîna gelên azadîxwaz bişikînin, disekinin. Em bang li Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku Rêbertî berdin. Em soz didin ku çiqas hêzên paşverû û faşîst hewl bidin Rêbertî bi awayekî fîzîkî ji me bi dûr bixin, em ê li ser şopa wî bimeşin."