Ji bo Dîlber Alinak daxuyanî: Di vî welatî de jin di bin ewlehiyê de nînin

  • 16:07 13 Tebax 2023
  • Rojane
 
QERS - Rêxistina HDP û Partiya Çep a Kesk a Qersê, ji bo Dîlber Alinak  ku hat xwestin bê qetilkirin daxuyanî da. Parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û anî ziman ku di vî welatî de jin di bin ewlehiyê de nînin. Gûlistan, destnîşan kir ku kiryarên jinan ji AKP’ê dertên û got ev kiryar ji aliyê hikûmetê ve tên parastin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) a rêxistina Qersê, ji bo Dîlber Alinak a di 9’ê tebaxê de ji aliyê kiryar Ekrem Aybî ve hat xwestin ku bê qetilkirin li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê daxuyanî dan. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Tevgera Jinên Azad (TJA) û malbata Dîlber tevlî daxuyaniyê bûn.
 
‘Hikûmet piştgiriyê dide kiryaran’
 
Di daxuyaniyê de Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî. Gulistan, destnîşan kir ku 5 roj berê Dîlber Alinak a 80 salî li Dîgorê ji aliyê mêrekî ve bi êrîşek hov re rû bi rû maye û got Dîlber hîn têkoşîna jiyanê dide. Gulistan, wiha domand: “Ev êrîş ne êrîşek mûnferît e. Ev bûyerek tundiya li dijî jinê ye û hikûmet jî şi pişt vê yekê ye. Em gelek baş dizanin ku gotinên îktîdara AKP-MHP’ê tundiya li dijî jinê xwedî dike û teşwîqê vê yekê dikin. Îro li welat rojê nêzî 4 jin tên qetilkirin ji aliyê mêran ve. Mêr li kolanan tundiyê li jinê dike. Zarokên ku bêguneh in wan îstîsmar dikin. Zarok di wargehan de bi îstîsmarê re rû bi rû dimînin. Lê li hember van hemûyan tu tedbîr nayên girtin. Piştgiriyê didin pergala serdest a mêr. Ev tundî ji tundiya Stenbol û Mersînê cûdatir nîne. Hemû civak îro di nava dorpêça tundiyê de ye.”
 
‘Li vî welatî ewlehiya me ya jiyanê tune ye’
 
Gulistan, êrîşa ku hat kirin şermezar kir û wiha pê de çû: “Em ji Dîlber û malbata wê re dibêjin derbasbûyî be. Hêviya me ew e ku têkoşîna jiyanê bi ser keve. Lê belê em dizanin ku Dîlber Alinak ku bi tundiyê re rû bi rû maye ne ya yekem e. Ger ku pêşiya tundiyê neyê girtin dê ev belavtir bibe. Ger ku qadên me yên jiyanê kolanên wek Dîgorê di bin gefan de be wê demê em kumikê xwe bidin pêşiya xwe. Li vî welatî ewlehiya me ya jiyanê tune ye. Jiyana me di bin gefan de ye. Vê gefxwarinê hikûmet bi xwe dike. Wek jin me li dijî vê zihniyetê li berxwe da û em ê ji vê şûnde jî li berxwe bidin.”
 
‘Kiryar hemû ji AKP’ê ne’
 
Gulistan, di dawiya axaftina xwe de got ew bi birayê Dîlber Mahmut Alinak ve hevdîtin kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû kiryarên jinan di bin navê ‘dînbûnê’ tên binavkirin û qaşo hişê wan ne li serê wan e. Dixwazin bi vî awayî ji vê pêvajoyê birevin. Lê em ê destûrê nedin vê yekê. Ev kesê ku ji AKP’ê bernamzetiya şaredariyê daniye, di sûcê li dijî jinê de ne tesadûf e ku derket pêşiya me. Ev tundî çavkaniya xwe ji AKP’ê digire. Di bûyerên tundiya li dijî jinê de di hemû rêvebirên AKP’ê de pozîsyona kiryaran heye. Em ê dev ji vê pêvajoyê bernedin û em destûrê nadin ser vê bûyerê bigirin. Hemû kes dê hesabê vê tundiyê bide û cezayê herî giran bigire. Em heta dawiyê li cem Dîlberê ne.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.