Gumanbarê Ezgî Zerkîn 382 roj in nehatiye dîtin

  • 14:07 13 Tebax 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li Konak a Îzmîrê Jina bi navê Ezgî Zerkîn ji aliyê mêrê ku pê re di asta destberdanê de bû Denîz Ozarslan ve hat qetilkirin. Tevî 382 roj derbas bûye gumanbar nehatiye dîtin. Malbatê ji bo gumanbarê nayê dîtin pankartek li ser rê daliqandin.
 
Sala borî li Îzmîrê mêrê bi navê Denîz Ozarslan jina bi navê Ezgî Zerkîn ku pê re di asta destberdanê de bû, qetil kir. Di ser bûyerê re 382 roj derbas bû lê hîna gumanbar nehatiye dîtin. Di salvegera Ezgiyê de malbatê li ser riya derbasbûna jor pankara ‘Kujerên Ezgiyê ji 29’ê Tîrmeha 2022’an de ye nayê dîtin. Yên dibînin bila agahî bidin polîs’ daliqandin.
 
Di vê pêvajoyê de malbata Ezgiyê û Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin li gelek bajaran afîşên ‘Lêgerîna kujerên Ezgî Zerkîn Denîz Ozarslan didome’ daliqandin lê tevî vê encam nehat girtin. Doza destberdanê ya Ezgiyê li gumanbar vekiribû 15’ê Hezîranê de encam bû û Ezgî 10 meh piştî qetilkirinê dest ji gumanbar berda.