Wêneyê kiryarê AKP’yî bi wezîrê berê re derket holê

  • 10:10 13 Tebax 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
QERS - Dilber Alinak a ku di 9'ê tebaxê de li Dîgorê ji aliyê kiryar Ekrem Aybî ve bi êrîş û îşkenceyê re rû bi rû ma, rewşa wê hîn giran e. Wêneyê kiryar bi Wezîrê Gihandin, Deryavanî û Ragihandinê yê berê Ahmet Arslan re derket holê.
 
Li navçeya Têkor (Dîgor) ya Qersê di 9’ê tebaxê de Dîlber Alinak (80) ji aliyê Ekrem Aybî  ve bi êrîş û îşkenceyê re rû bi rû ma û hat xwestin ku bê qetilkirin. Dîlber 5 roj in li Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê têkoşîna jiyanê dide. Di heman demê de kiryar roja bûyerê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, piştî îfadeya emniyetê sewqî Dozgeriyê Dîgorê hat kirin. Kiryar li dozgeriyê wek “dînan” parastina xwe kir û dozgeriyê li ser vê yekê der barê gumanbar de biryara girtinê da û sewqî Bijîşkiya Cezayê Sûlhê ya Dîgorê kir û hat girtin. Di heman demê de dozgeriyê ji bo “hişê kiryar li cih e yan na”  di 10’ê tebaxê de sewqî Nexweşxaneya Derûnî û Nexweşiyan a Xarpêtê hatiye kirin.
 
Hem îşkence û hem jî dizî
 
Di girtnameya emniyetê de hat zanîn ku kiryar êrîş û îşkence qebûl kiriye. Her wiha kiryar piştî îşkenceyê bang li ambûlansê kiriye ku “qeza” bûye û li ser vê yekê Dîlber di destpêkê de radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Dîgorê û piştre sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê tê kirin. Di heman demê de di girtnameyê de cih girt ku piştî bûyerê polîs çûne cihê bûyerê bi mobesseyên qemereyê dîmen temaşe kirine û derketiye holê ku bûyer ne “qeza” ye, êrîş e. Di heman demê de derket holê ku piştî îşkenceyê kiryar zêr û alavên şexsî yên Dîlberê diziye û sûcê talanê kriye û her wiha diranên Dîlber ê zêr jî ji devê wê girtiye. Kiryar piştî îfadeya emniyetê sewqî dozgeriyê hat kirin.
 
Pêşî îşkence dike, piştre bang ambûlansê dike
 
Li Serdozgeriya Komara Dîgorê kiryar ev parastin kir: “Sûcê ku xistine stûyê min, min fêm kir. Di roja bûyerê de ez bi tevî endezyarek nexşeyê ve bi texsiyek ji Qersê ber bi Dîgorê ve derketim rê. Ez bi endezyar re çûm cihê ku mala min lê ye û li ser axa ku mala min lê ye, hin tespît hatin kirin. Piştre em dîsa li texsiyekê siwar bûn û me berê xwe dan navenda bajarê Qersê. Dema ku em di rê de diçûn min Dîlber Alinak dît. Min texsî da sekinandin û paşve vegeriyam. Piştî ku texsî sekinî ez daketim xwarê û çûm cem Dîlber Alinak. Wê min dişopand. Jixwe her tim min dişopand. Piştre min lê da. Piştî min lê da, min rûyê wê paqij kir û bang li ambûlansê kir. Di wê navberê de di guhê wê de min got ‘Min nanê bavê te xwaribû tu min dişopînî.’ Min hilda hembêza xwe, lê min hez kir, maç kir û giriyam. Di wê navberê de hin alavên wê ketin erdê. Min jî hemû kom kir û hilda cem xwe. Jixwe ger ku kêm derbikeve ez ê bidim. Ev der cihê edaletê ye. Ez dixwazin ava edaletê vexwim. Ez qûrbana we bim. Ez qurbana we hemûyan bim. Ez ji we hemûyan re spas dikim. Gotinên min ev in. Ger ku tiştek bê serê min mesûliyetê qebûl nakim.”
 
Dawî li îfadeyê anîn
 
Di heman demê de di raporê de hat gotin ku kiryar di dema îfadeya xwe de li hemberî parêzerê ku OCAS jê re tayîn kiriye hin gotinên ku nayên fêhmkirin gotiye û “helwesta bi heyecan û êrîşkar" nîşan daye. Di raporê de cih hat girtin ku ji ber îfadeya dewam bike dibe ku ewlehiya kesên amade bikeve xetereyê û li ser vê yekê dawî li îfadeyê anîn.
 
Parêzer dê erka xwe ya parastinê ya ji bo kiryar bi dawî bike
 
Li aliyê din parêzerê kiryar ku bi rêya OCAS'ê hat tayînkirin, di girtnameyê de hat diyarkirin ku kiryar li hemberî wê helwesteke dijminane nîşan daye û emniyetê heta dozgeriyê gotinên bêyî wate bi kar aniye. Parêzer li ser vê yekê îdîa kir ku “nexweşê derûnî” ye. Her wiha di girtnameyê de cih girt ku parêzer piştî kar bi dawî bibin dê erka xwe ya parastinê ya ji bo kiryar bi dawî bike.
 
4 deqeyan îşkence dike
 
Ji aliyê din ve, di rapora çavdêriya dîmenan de jî di dîmenên kamerayên mobesse de êrîşkar çawa êrişî Dîlberê kiriye û îşkence lê kiriye, cih digire. Di raporê de cih girt ku kiryar saet dora 10.48’an êrîşê Dîlber dike û îşkence 4 deqeyan bê navber didome.
 
Bi wezîrê berê re wêneyê wî derket
 
Her wiha derketibû holê ku dema berê endamê Meclîsa Şaredariya Dîgorê ya AKP’ê bûye û di hiilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de jî ji bo bernamzetiya Dîgorê ji AKP’ê serlêdan kiriye. Di heman demê de wêneyê kiryar bi Wezîrê Gihandin, Deryavanî û Ragihandinê yê berê Ahmet Arslan, parlamenterê AKP’ê yê dema 27’an Yunus Kiliç, Serokê Şaredariya Dîgorê yê AKP’ê Nebî Kerencîler û Serokê AKP’ê yê Dîgorê Tuncer Baykiz ve wêneyê wî derket. Heta niha gelek kiryarên jinan wêneyên wan bi AKP’yiyan re derket holê.