ROJEVA 13'YÊ TEBAXA 2023'YAN

  • 09:00 13 Tebax 2023
  • Rojev
 
* Li gorî nêrînan nirxa nûçeyê diguhere û çi dibe nûçe an jî nabe diguhere. Asim Sultanoglu yê di çarçoveya lêpirsîna Doza Weqfa Ensar de navê wî derbas dibû wek Midûrê Perwerda Navenda Rihayê hat tayînkirin. Li dijî vê bertek mezin bûn lê çapemeniya alîgir ev bertek nedîtin. MEDYA KRÎTÎK 
 
*Jinên Amedê li dijî talana xwezayê bi gotinên "Ji Cudî heta Akbelenê em ê xweza û wekheviyê biparêzin" banga xwedîderketina li xwezayê kirin. BI DÎMEN 
 
*14 girtiyên jin yên li girtîgeha jinan a Sîncanê girtîne tevî cezayên wan qediyane, bi hincetê Lijneya Şopandin û Îdarî ve nayên berdan. Lijneya Şopandin û Îdarî der barê 14 girtiyan de bi hincetên "poşmanî, cezayên dîsîplînê, ji civakê re ne amadene" tahliye nake.
 
* Rewşa Dîlber Alinak a ku rastî êrîşa zilamê bi navê Ekrem Aybî hat hê jî giran e. Li aliye din wêneyê êrîşkar bi wezîrê bere Ahmet Arslan re derket holê. 
 
*Tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe û êrişên li hember qanûna 6284'an didome. Ji Femînistên Bogazîçiyê Merve Altintaş, diyar kir ku ji ber qanûn jinan naparêzin jin jiyana xwe ji dest didin û got: “Jin çawa ji bo Peymana Stenbolê li kolanan bûn wê ji bo qanûna 6284'an jî têbikoşin.”
 
* Rêxistina HDP’ê ya Qersê, têkildarî êrîşe li hemberî Dîlber Alinak dê li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê daxuyaniyê bide.  (13.00)
 
* Meclisa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk dê li 3 herêmên Stenbolê şahiyên hevdemî li darbixe.  (17.00-19.00)