Ambargoya li hemberî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dibe sedema koçberiyê

  • 09:05 12 Tebax 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Tevgera Civaka Demokratîk a Taxa Şêxmeqsûdê Elîfe Aslan têkildarî buhabûna dolar û dewamiya ambargoya ji aliyê Tîma Çaran a girêdayî Hikumeta Şamê ya li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê dewamkirin wiha got:"Ev ambargo û buhabûna dolar rewşa taxê aloz kiriye û deriyên koçberiyê ji taxê re vedike, lê divê em berxwedana xwe ya di vê taxê de dewam bikin."
 
Ambargoya hukumeta Şamê ya li ser Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dike. Ambargo û buhabûn bandoreke mezin li ser welatiyên li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin. Ambargoya li ser Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dibe sedema koçberiyê. Endama Tevgera Civaka Demokratîk a Taxa Şêxmeqsûdê Elîfe Aslan têkildarî mijarê axivî. Elîfeyê wiha got:"Divê em serî netewînin û berxwedana xwe dewam bikin."
 
Dewamiya ambargoyê rewşa welatiyên li taxê aloz dike
 
Elîfeyê da zanîn ji ber ambargoyê rewşa welatiyên li taxê aloz dibe û wiha pê de çû:"Piranî welatiyên li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê koçberên bajarê Efrînê ne. Piştî ku ji herêmên xwe bi darê zorê hatin koçberkirin êdî debara xwe ya rojane bi xebatên xwe dikin. Ji bo jiyana xwe dewam bikin berxwedana xwe didomînin. Lê belê di demên dawî de welatiyên li taxê di rewşeke xirab de derbas dibin. Ji ber meseleya ambargoyê welatiyên li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zehmetiyên mezin dibînin."
 
Koçberiya ji taxê zêde bûye
 
Di dewamiya axaftina xwe de Elîfeyê bal kişand ser buhabûna dolar û encamên wê û got:"Bi buhabûna dolar rewşa aborî ya di nava taxê de lawaz bû. 2000 kargehên ku di taxê de kar dikirin îro bi rêjeyek pir mezin ku digihêje ji sedî 80 hatin sekinandin. Hem ji ber ambargoyê hem jî ji ber buhabûnê kargeh tên girtin, karker bê kar dimînin. Ev yek jî dibe sedema koçberiyê."
 
Rewşa buhabûnê ya li ser welatiyan 
 
Elîfeyê bertek û rewşa xwediyên kargehan a piştî buhabûnê wiha vegot:"Xwediyên kargehan ji ber buhabûnê bi gazin in û her tim bertek û nerazîbûnên xwe nîşan didin. Xwediyên kargehan ên herî zêde zirar ji vê rewşê dîtine dîsa jî ji welatiyên taxê re bûne alîkar. Lê yên xwediyê febrîqeyan e êdî zirara herî mezin digihêje wan û ji ber vê rewşê febrîqeyên xwe girtine."
 
'Divê em berxwedana xwe dewam bikin'
 
Elîfeyê bi bangewaziya xwe ya ji bo welatiyên taxê dawî li axaftina xwe anî û got:"Banga me ji bo tevahî welatiyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ew e ku berê xwe ber bi koçberiyê venekin. Ev rewşa asteng wê wisa dewam nebe, pêwîst e em bi hev re bibin destek û berxewdana xwe li taxê bidin dewamkirin."