ROJEVA 12'YÊ TEBAXA 2023'YAN

  • 09:00 12 Tebax 2023
  • Rojev
 
* Li Wanê jinan bertek nîşanê neberdana girtiyên nexweş dan û anîn ziman ku girtî îro bi mirinê re rû bi rû ne û armanc jî tunekirine. Jinan, banga xwedîderketina li girtiyan kir. BI DÎMEN 
 
*Endama Tevgera Civaka Demokratîk a Taxa Şêxmeqsûdê Elîfe Aslan têkildarî buhabûna dolar û dewamiya ambargoya ji aliyê Tîma Çaran a girêdayî Hikumeta Şamê ya li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê dewamkirin wiha got:"Ev ambargo û buhabûna dolar rewşa taxê aloz kiriye û deriyên koçberiyê ji taxê re vedike, lê divê em berxwedana xwe ya di vê taxê de dewam bikin." DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera Partiya Çep a Kesk Kezban Konukçu der barê kongre û tabloya ku xebatên pêvajoya nû daniye holê de axivî û da zanîn ku di civînên gel de riya sêyemîn wek çareserî hatiye dîtin û di kongreya pêk bê de wê derbarê mezinkirina riya sêyemîn û rakirina tecrîdê de nîqaş bên meşandin. DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere, diyar kir ku daristanên li Kurdistanê neyên parastin tu ewlehiya daristanên li Tirkiyeyê tunene û got: “Ev bêdengî fêdeya wê ji tu tiştekî re tune. Divê em bibînin ku pêşeroja me tê tarîkirin.” BI DÎMEN