Li Mereş, Meletî, Îzmîr û Çewlîgê erdhêj

  • 20:54 11 Tebax 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daxuyaniyên Rasatxaneya Kandîlî û AFAD’ê dane nav rojê de li Îzmîr, Mereş, Meletî û Çewlîgê erdhêj pêk hatine.
 
Li Mereşê bi meznahiya 3.8 erdhêj pêk hat. Li gorî AFAD’ê li Elbîstanê 5 kîlometre kurahiyê de erdhêj pêk hatiye.
Li Duruldu ya Meletiyê bi meznahiya 3.2 erdhêj pêk hat. Rasatxaneya Kandîlî, diyar kir ku erdhêj 5 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
 
Li Torbli ya Îzmîrê jî saet di 15.13’an de 2.5, li Çewlîgê 2.5, li Saîmbeylî ya Edenê saet di 13.00’an de bi meznahiya 2 û  li Elbîstanê jî saeet di 08.57’an de bi meznahiya 3.2 erdhêj pêk hatin.