Li Silêmaniyê wesayîtek sivîl hate bombebarankirin

  • 18:24 11 Tebax 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafira Biçek û Bêmirov a aydê Tirkiyeyê li ser rêya navçeya Pênciwênê ya girêdayî Silêmaniyê wesayîteke sivîlan bombebaran kir. Hate diyarkirin ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Balafira Biçek û Bêmirov (SÎHA) a aydê Tirkiyeyê li ser rêya navçeya Pênciwênê ya girêdayî Silêmaniyê wesayîteke sivîlan bombebaran kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê, rêveberê bajaroka Nalparêz ragihand, li ser rêya Pênciwên-Nalparêz wesayîtek hatiye bombebaran kirin û di encama êrişê de sê kesên di wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dane.
 
Der barê êrişê de Rêveberê bajarokê Nalparêz yê girêdayî navçeya Pênciwên ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê Hêmîn Îbrahîm ragihand, li devera Pley Nalme ya sînorê bajarokê Nalparêz bi SÎHA’yê êrişî wesayîtekê hatiye kirin û wesayît bi temamî şewitiye.
 
Hêmin eşkere kir ku di encama êrişa balafirê de sê kesên ku di wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dane û got:“Niha tîmên destwerdana lezgîn û polîs li cihê bûyerê ne û hewl didin cenazeyan ji wesayitê derbixin.”
 
Di 9’ê tîrmehê de jî SÎHA’yeke aydê Tirkiyeyê li ser rêya Dûkan-Xelekan wesayîteke sivîlan bombebaran kir û di encamê de welatiyek sivîl jiyana xwe ji dest dabû û du welatî jî birîndar bûbûn.