TAJÊ wê sibehê li Silêmanî konferansê li dar bixe

  • 14:12 11 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ bi munasebeta salvegera 9’emîn a fermana 74’an dê di 12’ê Tebaxê de li bajarê Silêmaniyê konferansek bi beşdariya sazî, rêxistinên jinan ên ji pêkhate û baweriyên li Başûrê Kurdistanê were lidarxistin.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê ragihand ku wê di 12'ê Tebaxê de li bajarê Silêmaniyê konferansa pêkhate û baweriyên cuda yên jinan bi dirûşma “têkoşîna hevbeş a jinên pêkhate û bawariyên cuda misogeriya bidawîanîna komkujiyan, pêngaveke ber bi avakirina pergalek demokratîk e” li dar bixin.  
 
Daxuyaniya TAJÊ ya der barê lidarxistina konferansê de wiha ye;    
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di destpêka daxuyaniya xwe de cangoriyên 74 fermanan bi bîr anî û wiha got; “Fermana di 3.8.2014’an de li ser civaka me pêk hat ket sala 10’emîn. Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di serî de şehîdên 74  fermanan bi hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînin.
 
‘Tevahî civaka me ya Êzidî hat hedefgirtin’
 
Di daxuyaniyê de TAJÊ bal kişand ser armanca fermanê û wiha hat gotin: “Fermana 74’an a bi destên çeteyên DAIŞ’ê  û hevkarên wê li ser civaka me pêk hat, di şexsê jinên Êzidî de tevahî civaka me ya Êzidî hat hedefgirtin. Di encama vê fermanê de bi hezaran jin zarok û kesên me hatin qetilkirin, heya niha bi hezaran jin û zarok di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne. Her wiha di 14’ê meha Tebaxê de salvegera komkujiya Tilizêr û  Siba Şêx Xidir e,  di wê komkujiyê de bi sedan mirovên  me şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn.”
 
‘Konferans pêngaveke ber bi avakirina pergala demokratîk e’
 
TAJÊ li ser girîngiya lidarxistina konferansê û dirûşma wê wiha dibêje; “Bi boneya salvegera fermana 2014-2007’an konferansa jinên pêkhate û baweriyan, bi dirûşma tekoşîna hevbeş a jinên pêkhate û bawariyên cuda misogeriya bi dawîanîna komkujiyan, pêngaveke ber bi avakirina pergaleke demokratîk e. 12'ê Tebaxê sibehê li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya rêxistinên jinan, pêkhate û bawariyên heyî tê lidardixin.
 
'Heta dawî em ê têkoşîna xwe ya azadiyê mezintir bikin'
 
TAJÊ di dawiya daxuyaniyê de biryardariya xwe ya têkoşînê bi van gotinan anî ziman; “Tevgera Azadiya Jinên Êzidî têkoşîna tolhildanê yê 74 fermanan e, li ser vî esesî bi îdia û armanca rizgarkirina hemû jinên Êzidî ya ji destên çeteyên DAIŞ’ê û hesabpirsînê. Her wiha ji bo xwedîderketina li hebûna xwe em ê pêşî li fermanan bigirin,  heta dawî em ê têkoşîna xwe ya azadiyê mezintir bikin, berxwedana xwe bilindtir bikin.”