Li Îranê cezayê girtîgehê li pêlewana jin hat birîn

  • 13:56 11 Tebax 2023
  • Rojane
 
WAN - Îranê salek cezayê girtîgehê li werzişvana Medalya Tûnc Masoumeh Soleimani birî. Berê niha jî qadên werzîşê ji Masoumeh Soleimani hatibû qedexekirin.
 
Dadgeha Tawanan a Xurmatû ya Îranê salek cezayê girtîgehê li pêlewana 36 salî ku Masoumeh Soleimani madalyaya tûnc wergirtibû birî. Heger ev ceza ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya eyaleta Loristanê ve were erêkirin, wê Masoumeh Soleimani were girtin.
 
Cezayê qedexeya ji werzîşê jî hat dayîn.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Harana diyar kir ku Masoumeh Soleimani ku ji ber sûcê "teşwîqkirina kiryarên tundûtûjiyê li qada sîber" tê darizandin, beriya niha jî hatibû girtin û qadên werzişê lê hatibû qedexekirin.