ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2023'YAN

  • 09:00 11 Tebax 2023
  • Rojev
 
*Berdevka Komîsyona Jinan a ÎHD’a Wanê Ayten Kiran der barê astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê ku dixwestin li Qada Galatasarayê pêk bînin de axivî û da zanîn ku li dijî van astengiyan divê hişê civakî bê xurtkirin û got wê şûnde gav navêjin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Wanê, bertek nîşanê qirkirina xwezayê dan û anîn ziman ku bi birîna daran re qadên zindiyan tune dikin û gotin: "Em piştgirî didin berxwedana welatiyên ku xwedî li Cûdî û Akbelenê dedikevin. Em bang li rayedaran dikin ku peywira xwe bi cih bînin." BI DÎMEN 
 
*Di vê serdema dem û cih li cîhanên cuda tên bicihkirin de jî kî dixwaze yekbûnê fêm bike? Ji bo mirovan bi beşek jiyanê re eleqeder dibin her tişt zû çêdibe û diqede. Her kes bi qasî tijî îqna dibe û îdia dike ku giştîbûn fêm kiriye. Lê mirov ji perdeya di navbera rih û beden de li jiyanê temaşe dikin. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Endama EŞÎK’ê Berrîn Sonmezar ‘efûya’ ku desthilatdariyê bi Komeqanûnê derxist nirxand û da zanîn ku li Tirkiyeyê ji bilî sûcên îfadê sûc nemaye û wiha vegot: “Ne ji bo pêşîgirtina tundiyê, ji bo pêşî li gilîkirinan bigirin hewl didin. Hewl didin ku tundiyê kêm nîşan bidin.” BI DÎMEN 
 
*Girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, diyar kir ku di jiyana rojane de di sohbetê fîzîkî de zehmetiyan dikşîne. Ozge jiyanê wek berxwedan vedinasîne û wiha dibêje: “Ez jî wek gelê xweyê têkoşer bi rihê berxedanê her dema xwe zindî dihêlim.”