Ji Kombûna Jinan a Zenûbya lîstika şanoyê

  • 21:09 10 Tebax 2023
  • Rojane
REQA - Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya têkildarî rola dewletên di komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de cih girtine, lîstikek şanoyê pêşandan.
 
Gelê Reqayê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê, Tebqa, Minbic û Dêrazorê, meclis û partî, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê tevli çalakiyê bûn.
 
Beriya çalakiyê endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê Buseyne Ebdo axivî. Yek ji beşdarên şanoyê, rola neteweya demokratîk vegot: “Ez hatim ji bo ku gelan ji wan pergalan xilas bikim û wan azad bikim. Ji wan re jiyaneke bi rûmet dûrî netewperestiyê, olperestiyê û zayendperestiyê ava bikin. Hatim ji bo ku jinan bi dîroka wan a kevnar û veşartî bidim nas…