Malbata Şenyaşar: Êdî bes e

  • 21:08 10 Tebax 2023
  • Rojane
ENQERE- Emîne Şenyaşar ku li Enqereyê li Nobeta Edaletê dewam dike,  çû ber Wezareta dadê ya Tirkiyeyê û wiha bertek nîşan da: “Êdî bes e.”
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14’ê Hezîrana sala 2018’an ji aliyê parêzkar û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin qetilkirin, 16 roj in ku li Enqereyê li çalakiya Nobeta Edaletê dewam dike. Emîne Şenyaşar, li baxçeyê Meclisê bi  Parlamenterên Partiya Çep a Kesk Ferît Şenyaşar û Burgugul Çubuk re daxuyanî da çapemeniyê.
 
Ferît Şenyaşar got ku ji ber daxwaza wan a edaletê nehatiye bicihanîn ew li Enqereyê Nobeta Edaletê dewam dikin û her roj dimeşin Wezareta Dadê. Ferît Şenyaşar da zanîn ku wan hevdîtin bi Alîkarê Wezîrê Dadê Ramazan Can re kiriye lê encam jê çênebûye û ji lew ma heta encamek bê wergirtin ew ê bimeşin.
 
Bi çerxekursiyê çû ber wezaretê
 
Ferît Şenyaşar û parlamenter ji Meclisê ber bi Wezareta Edaletê meşiyan. Emîne Şenyaşar bi çerxekursî tevli meşê bû. Emîne Şenyaşar hat ber Wezareta Dadê, ji bo hevdîtina bi wezîr re xwest ku bikeve hundir.
Ewlehîparêzên li ber deriyê wezaretê derî girt ku nekarin bikevin hundir. Polîsekî ji malbata Şenyaşar re got: “Ji bo parvekirina li ser medyaya dîjîtal wiha nekin.” Ferît Şenyaşar bertek nîşanê polîs da û diyar kir ku du bira û bavê wî hatine qetilkirin, birayekê wî girtiye, bi salan e daxwaza edaletê dikin lê daxwaza wan bi cih nehatiye anîn.
 
‘Erdogan kujeran diparêze’
 
Emîne Şenyaşar ku du saetan li ber deriyê wezaretê rûnişt, bertek nîşanê wezîrê dadê û Serokomarê Erdogan da, got:  “Kurê min 6 sal in di hicreyekê de ragirtî ye. Erogan em bi saxî xistin gorê. Erdogan parlamenterên qetlîam kir, diparêze. We edalet hebûya serê mirovan di nexweşxaneyê de nedihat jêkirin. Bi pişt re bi şev hemû nexweşxane hat boyaxkirin. Yên  komkujî  kirin serbest berdan.”
 
Emîne Şenyaşar anî ziman ku malbatek hatiye tunekirin û got:  “Mala min hat xerakirin. Ev e edaleta we? Bila agir bi pergala we ya edaletê bikeve, deriyên we bên mohrkirin. Çima Wezîrê Edaletê yê tirsonek dernakeve?’’
 
Emîne Şenyaşar xwest ku hemû dîmenên komkujiyê bên eşkerekirin û got: “Çima hûn qeydan dernaxin? Bes e we ev agir bi dilê me xist.”