Li dijî qirkirina jinan a li Şengal û Efganistanê meş hat lidarxistin

  • 13:48 10 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinan em jiyana azad ava dikin” şêniyên herêma Firatê li dijî qirkirina jinan a li Şengal û Efganistanê meşeke piştgiriyê li dar xist.
 
Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê bi beşdariya şênî û endamên saziyên herêmê meşek li Kobanê li dar xist.
 
Meşê li Qada Jina Azad a Kobanê ber bi Çerxerêya Selam ve dest pê kir. Beşdaran pankartên “Bi rihê jinên têkoşer em ê yekîtiya jinên cîhanê li dijî zîhniyeta baviksalar xurt bikin", "Bi birêxistinbûyîna me, em ê qirkirina li dijî jinan bisekinînin û jiyaneke nû ava bikin” hildan.
 
Li Çerxerêya Selam mîtîngek hate lidarxistin. Li wir li ser navê jinên herêma Firatê, hevseroka Rêveberiya Giştî ya Darayî ya herêmê Feryaz Berkel tundiya li dijî jinên li Efganistanê û jinên ji hêla çeteyên DAIŞ'ê hatine revandin, şermezar kir.
 
Feryaz wiha got: "Em jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tevahî şêweyên tundiya li dijî jinan û komkujiya li dijî wan disekinin. Îro jin ji hêla rejîman ve tên qirkirin. Ew hewl didin nasnameya wê biçewisînin û wan zindî binax bikin. Lê ne pêkan e, ji ber serdema binaxkirina jinan bi dawî bû."
 
Feryaz wiha domand: "Komkujiyên li dijî jinên li Şengalê ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve pêk hatine, îro li herêmên dewleta tirk a dagirker, dagir kirine dubare dibin. Ev dewlet jinên li pêş planên wê yên dagirkirina herêmê disekinin, hedef digire. Ji lewre dagirker û çeteyên DAIŞ'ê yek in û armanca wan qirkirina jinan e."
 
Feryaz bang li tevahî jinên li cîhanê kir ku piştgiriya jinên êşên zulm û bindestiyê dikişînin bikin, bi taybet jinên li Efganistanê ku êdî ji mafên xwe bê par in.
 
Meş bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.
 
Ev meş, di çarçoveya rêzeçalakiyên rêxistin û tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku piştgiriya hemleya KJK'ê dikin, hate lidarxistin.