Rêveberiya herêma Firatê komkujiya li Eyn Îsayê şermezar kir

  • 12:23 10 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê komkujiya ku dewleta tirk li dijî malbatekê li navçeya Eyn Îsayê kiriye, şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku dawî li van komkujiyan bînin.
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiya duh a li navçeya Eyn Îsayê ku di encamê de 3 welatî ji heman malbata jiyana xwe ji dest dan û 3 welatî jî birîndar bûn, şermezar kir.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
 
"Dewleta tirk siyaseta xwe ya dijminane û binpêkirinên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiryarên siyaseta guhartina demografîk didomîne. Sûcên wê piranî dikevin xana sûcên şer û dermirovî. Bi van sûcan dewleta tirk a dagirker qanûnên navneteweyî binpê dike û civata navneteweyî bê deng e.
 
Binpêkirinên dewleta tirk a dagirker li Sûriyeyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayên qebûlkirin û dermirovî ne û divê aliyên navneteweyî bi erk û berpirsiyariyên xwe yên siyasî, exlaqî û mirovî li hember gelê herêmê rabin û dagirkeriya tirk li Sûriyeyê bi dawî bikin da ku ewlehî û îstîqrar li herêmê vegere."