Nameyên girtiyan tên desteserkirin

  • 12:21 10 Tebax 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Girtiya bi navê Nûrcan Aslan ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tê ragirtin, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê hewl dide tecrîda heyî girantir bike û nameyên ji bo ÎHD’ê dişînin jî bi hinceta “ewlehiyê” tên desteserkirin. 
 
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) girtî Nûrcan Aslan ku li Girtîgeha Jinan a bi Tîpa T a Tarsûsê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên li girtîgehê vegot. Nûrcan, da zanîn ku nameyên ku ji bo rojnameger û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dişînin nayên şandin, bi hinceta “ewlehiyê” tên desteserkirin û ev agahî parve kir: “Em dixwazin têkildarî binpêkirinên heyî ji rojnameger û ÎHD’ê re nameyan bişînin. Lê belê bi hinceta ‘ewlehiyê’ nayên şandin û tên desteserkirin. Nahêlin dengê me li derve bê bihîstin. Naxwazin em van binpêkirinan bi raya giştî re parve bikin.” 
 
'Dixwazin dengê me qut bikin'
 
Bi domdarî Nûrcan anî ziman ku nameyên wan bi awayekî keyfî tên desteserkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çi muxatab jî nînin ku em pê re hevdîtinê bikin. Li qadên hevpar em dixwazin bi girtiyên din re bên ba hev lê ev yek jî bi hinceta ‘xetereya ewlehî û tevgera komî’ tê astengkirin. Di heman demê de çalakiyên civakî tên astengkirin. Êdî hatiye astek wisa ku em bi zor û zehmet ji odeyên xwe derdikevin. Dema kesek nexweş dikeve jî hefteyeke piştre dibin revîrê. Dixwazin dengê me qut bikin. Dixwazin tecrîda heyî hêj girantir bikin.” 
 
Înfaza sê jinên girtî hat şewitandin
 
Di berdewamê de Nûrcan destnîşan kir ku bi hinceta ku poşmantî qebûl nekirine, heta niha înfaza girtiyên bi navên Leyla Nergîz, Fatma Berfe û Elîf Kaya hatine şewitandin û wiha bi dawî kir: “Derfetê didin girtiyên edlî ku li ser telefonê 90 deqeyan biaxivin. Lê nahêlin em 10 deqeyan jî biaxivin. Bi vê yekê re bi eşkereyî ji me re vê dibêjin; ‘hûn çi sûcî dikin bikin lê xebatên siyasî nekin.’”