Mînîbusa ku karkerên çandiniyê dibir qeza kir

  • 20:19 9 Tebax 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Orduyê mînîbusa ku karkerên demsalî dibir qûlipî û 8 kes birîndar bûn. 
 
Li Orduyê mînîbusa ku karkerên çandiniyê dibir qûlipî û 8 kesbirîndar bûn. Mînîbusa ku M.T bikar dianî li nêzî Egrîbel anavçeya Golkoy li tenişta rê qûlipî. Li ser îxbara kesên derdorê ekîb gihiştin cihê bûyerê û 8 birîndar ji minîbusê derxistin.
 
Kesên birîndar sewqî nexweşxaneyan hat kirin.