Gultan Kişanak piştî merasîma cenazeye birin girtîgehê

  • 17:31 9 Tebax 2023
  • Rojane
XARPÊT - Piştî ku girtiya siyasî Gulten Kişanak tevli merasîma cenazeyê xwişka xwe Zeynep Ozer bû, dîsa birin girtîgehê. 
 
Xwişka siyasetmedara Kurd Gulten Kişanak, Zeynep Ozer ji ber nexweşiya gurçikan jiyana xwe ji dest da. Gulten Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlehiya Bilind a Kandirayê dihat girtin, ji bo tevli merasîma definkirina cenazeyê xwişka bibe anîn Xarpêtê. Gultanê piştî merasîma definkirinê sersaxî qebûl kir.  
 
Piştî ku kar û barên veşartina li gundê Sun ê Xarpêtê, Gultan çû serdana gorên dê, bav û mezinên malbatê. Gultanê piştî qebûlkirina sersaxiyan ji heval û xizmên xwe xatir xwest. Piştî xatirxwestinê jî leşkeran  Gultan birin Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Kandirayê.