Zeynep Özer li Xarpêtê hat definkirin

  • 16:19 9 Tebax 2023
  • Rojane
 
XARPÊT - Cenazeyê xwişka Gultan Kişanak a di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kandirayê tê girtin, Zeynep Ozer li Gundê Sunê hat definkirin. 
 
Siyasetmedara kurd û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kandirayê tê ragirtin, tev li merasîma definkirina cenazeyê xwişka xwe Zeynep Ozer bû ku ji ber nexweşiya gurçikan ev demek bû tedawî didît û duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, bû. Cenazeyê xwişka Gultan Kişanak a di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kandirayê tê girtin, Zeynep Ozer li Gundê Sunê hat definkirin. DBP, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Çep a Kesk û gelek welatî tevlî merasîma cenaze bûn. 
 
'Wê rûmeta jinan diparast'
 
Birayê Zeynepê, Huseyin Ozer ê di merasîma cenaze de axivî wiha got:"Xwişka min Zeynepê serbilind bû. Wê rûmeta jinan, malbat-civakê diparast. Sekneke di vî warî de qet tawîz nedida pêşkêş kir."
 
Piştre hat diyarkirin wê şîn sê rojan li Cemeviya Fevzî Çakmak dewam bike. 
 
Gultanê piştî karê definkirinê çû serdana xizmên xwe yên din ên di nava goristanê de. 
 
Hat diyarkirin wê bi balafira saet di 16.00'an de dîsa Gultanê bibin girtîgehê.