Derbarê tecrîdê de pêşnûmeyek pêşkêşî meclîsê kirin

  • 12:27 9 Tebax 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê ya Oznûr Bartin xwest, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê lêkolîn û ji bo bidawî bibe, Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.
 
Ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê û girtiyên din ên li Îmraliyê bê lêkolîn, Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê Oznûr Bartin pêşnûmeyek pêşkêş kir û xwest Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.
 
Di beşa hincetê ya pêşnûmeyê de hate bibîrxistin ku ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
 
Her wiha hate ragihandin ku tecrîda li Îmraliyê li dijî mewzûata neteweyî û peymanên navneteweyî ye, helwesteke kêfî û cihêkar e û hate destnîşankirin ku gelekî girîng e dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê bê anîn.