Ji bo girtî cezayê Pirsûsê: Şûnde gav avêtin tuneye!

  • 09:07 9 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
Marta Somek
 
STENBOL - Ji bo 5 girtiyên jin yên 33 kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatibûn qetilkirin, bibîranîn cezayê ragîhandinê hat birîn. Endama SGDF MYK’ê Senem Pektaş da zanîn ku ew li dijî polîtîkayên êriş û girtinê yên desthilatdariyê şûnde gavê navêjin û got: “Em ê hucre bi hucre, kolan bi kolan navên şehîdên xwe yên Pirsûsê bidin jiyîn û ji bo wan her tim têbikoşin.”
 
300 ciwan di 20'ê Tîrmeha 2015'an de bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin li Navenda Çandê ya Amarayê ya li Pirsûsa Rihayê kom bûn, DAIŞ'ê êrişeke bombeyî pêk anî. Di vê êrişa DAIŞ'ê de 33 ciwan hatin qetilkirin û 104 kes jî birîndar bûn.
 
Gumanbar nayê dîtin!
 
Piştî komkujiyê di pêvajoya darazê de tu pêşketine çênebû. Ji ber gumanbar nehatin dîtin, li dadgehê li 9 kesên ku bertek nîşanê rewşê dabûn doz hat vekirin. Her sal di bernameyên bibîranîna Pirsûsê de jî kesên tevli dibin bi îşkencê rê binçavikrin. Doz li wan tên vekirin û darizandin. Bi taybet pêvajoya dawî de parêzerên dosyayan û endamên SGDF’ê jî têde gelek kesên ji bo Pirsûsê têkoşîna edeletê didin tên binçavkirin û girtin. Parêzera dosya ‘gumanbar nehatine dîtin’ Gulhan Kaya di 12’yê Hezîranê de bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin. di 17’ê Tîrmehê de jî di polîsan êrişê ciwanên li kolanan belavok belav dikirin kir û 44 kes bi îşkencê binçavkirin. 6 kes hatin girtin.
 
Li 5 girtiyan cezayê ragîhandinê!
 
Tevî parêzera dosyaya 33 kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, Gulhan Kaya û li edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz li 5 jinên girtî yên 33 Rêwiyên Xeyalan bi bîr anîn, ji aliyê 9'emîn Îdareya Cezayê ya Marmarayê cezayê ragihandinê hat birîn. Girtiyên ji bo wan cezayê ragihandinê hat birîn wiha ne: Ji parêzerên Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Gulhan Kaya, Endama Lijneya Rêveberinê ya Navendê ya SGDF'ê Sînem Çelebi, edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz, rêveberiya ESP'ê Selvinaz Goçmez û Şukran Yaren Tuncer.
 
Li gorî midûriyetê ‘sirûd gotiye!’
 
Midûriyeta girtîgehê ku ceza bi nivîskî teblîg kir, îdia kir ku bêyî sedem sirûd hatiye gotin û dirûşme hatine berzakirin. Midûriyetê der barê cureyê cezayê ragîhandinê yê ji bo girtyan daye jî agahî neda.
 
Endama SGDF MYK’ê Senem Pektaş da zanîn ku bi polîtîkayên êrişê yên desthilatdariyê cezayê ragîhandinê li girtiyan hatiye birîn û der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.
 
Yên dixwazin dest bidin Şoreşa Rojava dibin hedef
 
Senemê daxuyakirin ku hemû êrİşên li hember Pirsûsê divê ji 2015’an bên xwendin û wiha got: “Bi sedan hevalên me hedef hatin girtin. Sedem ev bû pêşî li wan bên girtin. Hevalên me dixwestin dest bidin şoreşa Rojava û şoreşê xurt bikin. Ew bi taybet hedef hatingirtn. Perspektîfa ku zarokên Gezî û Kobanê bînin gel hev hedef hat girtin. 8 sale em têdikoşin û ji bo edeletê berxwe didin."
 
Êrişên desthilatdariyê yên li hember Pirsûsê
 
Senemê di berdewamiyê de da zanîn ku di heman demê de tê xwestin ku rêxistina ciwanan a sosyalîst jî bê tasfiyekirin û wiha dirêjî daye: “Tevî vê rêxistinên ciwanan bi hêzên demokrasiyê re hatin gel hev û div ê pêvajoyê de tevî hemû komkujiyan têkoşîna edeletê hûnandin û bi awayekî xurt SGDF ji vê pêvajoyê derket. Dewletê ji ber vê xwest bedelê bide dayîn. Bi taybet pêvajoya hilbijartinê de êriş pir zêde bûn. Piştî hilbijartinê jî girantir kirin. Em van êrişan baş dizanin. Ber bi pêvajoya komkujiya Pirsûsê mehek berê yek ji parêzerê Platforma Ji bo Pirsûsê Edelet Gulhan Kaya hat girtin.”
 
‘Dewlet berê xwe dide girtiyan jî’
 
Senemê destnîşan kir ku ji 12’yê Adarê şûnde di operasyonê hatine kirin de hevserokên SGDF û endamên MYK’ê jî tê de li Sîlîvrî, Îzmîr, Eskîşehîrê gelek hevalên me girtîne. Senemê wiha dawî lê anî: “Desthilatdarî tenê li kolanê êriş nake. Li girtîgehan jî êriş dikin. Li 5 hevalên me yên jin cezayê ragîhandinê hat birîn. Dewlet berê xwe dide girtiyên ku îradeya wan nikare bişkîne. Lê em dibêjin ku ne li hundir ne jî li derve nikarin têkoşîna me asteng bikin. Nikarin me ji têkoşîna me bikin. Em di têkoşîna edeletê de bi biryar in. Em di riya xwe de berdewam dikin.”