Newroz Haşim: Em bi jinên Şengalî û Efganî re ne

  • 09:04 9 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Efrîn û Şehbayê Newroz Haşim têkildarî kampanyaya Komela Jinên Kurdistan a ji bo jinên Şengalî û Efganî daye destpêkirin diyar kir wê tifaqa di nava jinan de encax wan rizgar bike û got:" Êşa me û ya jinên Efganî ji hev ne dûr e. Loma em herdu alî jî li dijî dewletên faşîst û çeteyan ji bo azadiya jinan li berxwe didin. Em piştgiriyê didin kampanyaya Komela Jinên Kurdistan. Em bi jinên Şengalî û Efganî re ne."
 
Komela Jinên Kurdistan bi dirûşma "Li dijî êrişên mêrên hegemon em li gel jinên Şengalî û Efganî ne" dest bi kampanyayê kiribû. Ji ber di 3'yê Tebaxa 2014'an de DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kir û bi hezaran jin hatin revandin, kuştin, tecawizkirin, li bazaran hatin firotin û di heman demê de di 15'ê Tebaxa 2021'ê de jî Talîban Efganîstan kir binê kontrola xwe û êrişî jinan û destkeftiyên jinan kirin loma jî Komela Jinên Kurdistan dest bi vê kampayayê kir. Ev kampanya dê di navbera 3-15 Tebaxê de bidome. Tifaqa Jinên Demokratîk a Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn  (NADA) jî bi daxuyiya da, piştgirî da vê kampanyayê. Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Efrîn û Şehbayê Newroz Haşim têkildarî mijarê nirxandin kir. Newrozê di nava nirxandinên xwe de bal kişand ser mijarên mîna girîngiya fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkoşîna jinên êzidî ya li dijî DAÎŞ'ê, zihniyeta heman a DAÎŞ û Talîban. 
 
Girîngiya fikrên Abdullah Ocalan û yekîtiya jinan 
 
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Efrîn û Şehbayê Newroz Haşim da zanîn gelek jinan bi rêya fikra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirin û li dijî çeteyên DAÎŞ'ê pergala baviksalarî li berxwe dan û wiha got:"Em di destpêkê de silavên xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku ji bo azadkirina jinê, sosyalojiya azadiyê derxistiye holê, dişînin. Jinan li ser vê esasê ji bo têkbirina zihniyetên kapîtalîst xwe bi rêxistin kirin û bi hezaran jinan xwe di vê rêxistinê de bi cih kirin. Jin bi fikir û bi çeka xwe bûn bersiv. Hem li dijî desthilatdaran hem jî li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li berxwe dan. Yekîtiya jinan gelekî girîng e. Loma yekîtiya jinên Şengalî û Efganî gelekî girîng e."
 
Têkoşîna jinên êzidî ya li dijî DAÎŞ'ê 
 
Newrozê di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinên êzidî ya li dijî tevgera DAÎŞ'ê û wiha got:"Çeteyên DAÎŞ'ê di encama êrîşkirina ser Kobanê de têk çû. Dîsa ji bo xwe bi rêxistin bike, êriş bir ser Şengalê û bi hezaran jin kirin qurban. Gelek jin hatin kuştin, revandin, tecawizkirin û bi hezaran jin hîna çarenûsa wan ne diyar e. Di destên wan de mane. Gelek jinên êzidî li bazaran jî hatin firotin û zarok li gorî xwe perwerde kirin. Bi giştî hemî cureyên kiryarên bê exlaqî bi serê civaka êzidî de anîn. Ev yek jî di bin navê zagonên îslamî de pêk anîn. Lê tevî zehmetiyan jinên Şengalî li hember van fermanan bê deng neman û herêmên xwe ji destên çeteyan rizgar kirin. Dan îsbatkirin ku jin ne milkiyeta tu kesî ye, jin bi tena xwe ne, xwedî îrade ne."
 
'Tevgera DAÎŞ û Talîbanê ji hev ne cuda ye' 
 
Newrozê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn tevgera DAÎŞ û Talîbanê ji hev ne cuda ye û wiha pê de çû :" Piştî ku tevgera DAÎŞ'ê di Kobanê û Şengalê de bi bin ket êdî xwest xwe di nava Efganistanê de bi cih bike da ku xwe zêdetir bike xwedî bandor. Lê bi navekî din. Ev nav jî Talîban e. Talîban xwe bi zagonên di bin navê îslamê de zêdetir dide girêdan û wan hemî zagonan bi ser jinan de dide meşandin. Jin êdî ji hemî mafên wê bêpar hiştiye, her tişt lê qedexe kiriye. Nahêle jin ji malê derkeve, di dibistan û zanîngehan de bixwînin. Ev yek jî cihê êşê ye ."
 
'Em mil bi mil li kêleka jinên Efganî ne'  
 
Newrozê da zanîn ew li gel jinên Efganî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Em weke hemî jinên cîhanê ji bo têkbirina zihniyetên hegemon û baviksalarî ya ku di nava cîhanê de belav bûye, dema mil bi mil destê xwe bikin yek em ê bi ser bikevin. Bi taybet em bi jinên Efganistanê re ne. Ew jinên ku ji hemî mafêm xwe bêpar mane û roj bi roj di nava qirkirin û tunekirinê de li ber xwe didin. Em ji bo piştgiriyê bidin wan û dengê xwe bighînin wan û ji wê zindana tarî bidin rizgarkirin me hemle da destpêkirin. Ev yek jî wê bi fikir û ramana rêber Abdullah Ocalan pêk were ."
 
'Em ê destanek nû bidin nivîsandin'
 
Newrozê derbarê Hemleya KJK'ê de diyar kir ew ê destanek nû bidin nivîsandin û got:"Bi riya vê hemleyê em ê destanek dîrokî ya nû bi pêşengtiya jinan li cîhanê bidin nivîsandin ku em bikaribin bi riya wê dengê jinên Şengal û Efganistanê bigihêjin tevahiya cîhanê. Ji ber ku êşa ku jinên Şengalê îro tê de derbas bûne, ji ya jinên Efrînê ne dûr e. Ji ber jinên Efrînê jî hatin kuştin, revandin û tecawizî wan hat kirin."
 
'Bi riya perwerdeyê em ê zihniyeta baviksalarî ji holê rabikin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Newrozê ev tişt anî ziman:"Em weke Komîteya Perwerdeyê ya li Şehbayê bi riya perwerdekirina jin û mêran hewl didin zihniyeta baviksalarî ya ku li dijî jin û civakan radibin, têk bibin û her du zayendan bi hev re ber bi civakek azad ve bibin. Ji ber jin ne azad be civak jî azad nabe. Têkoşînek bêhempa bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" li tevahî cîhanê belav bûye. Bi vê dirûşmê hewl hat dayin hemû jin ber bi azadiyê ve biçin. Ev yek jî bi riya fikir û ramana rêber Abdullah Ocalan wê pêk were."