Gultan Kişanak wê tevli merasîma cenazeya xwişka xwe bibe

  • 19:30 8 Tebax 2023
  • Rojane
AMED - Siyasetmedara Kurd a girtî Gultan Kişanak dê tevli merasîma cenazeyê xwişka xwe Zeynep Ozer bibe. 
 
Serlêdana parêzerên Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak a li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Kandiraya Kocaeliyê tê ragirtin, ji bo tevli merasîma cenazeyê xwişka xwe Zeynep Ozer bibe hate qebûlkirin. Zeynep Ozer a ji ber qûrçikan dihat dermankirin li nexweşxaneyeke li Xarpêtê jiyana xwe ji dest da. 
 
Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin bidestxistin, serdozgeriyê ji bo Gultan Kişanak tevli merasîma cenaze ya li gundê Sun ê Xarpêtê bibe destûr daye. Hate zanîn ku ji bo tevlibûna Gultan Kişanak a li benda pejirandina leşkeran e amadekarî hatine destpêkirin.