‘Em terfiya wek xelat a ji bo gumanbarên îstîsmarê qebûl nakin’

  • 18:33 8 Tebax 2023
  • Rojane
RIHA-  Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Rihayê der barê tayînkirina Asim Sultanoglu ya ji bo Midûriyeta Perwreda Rihayê ku der barê destdirêjiya li Weqfa Ensarê  lêpirsîn lê hatibû vekirin daxuyanî da û diyar kirin ku ew terfiya wek xelat a ji bo gumanbarên îstîsmarê qebûl nakin.
 
Meclîsa Ciawnan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tayînkirina Asim Sultanoglu ya ji bo Midûriyeta Perwerda rihayê ku der barê destdirêjiya li Weqfa Ensar lêpirsîn lê hatibû hatibû vekirin, protesto kirin. Ciwanan li taxa Ertuglrulgazî ya navçeya Halîliye ya Rihayê li ber Midûriyeta Perwerda Neteweyî ya Rihayê daxuyanî dan.
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’a Rihayê Senem Erîş di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Yên peywira xwe binpê dikin û destdirêjiyê li 45 zarokî dikin, peywirdariyek wek xelat didinê. Yê di sûcên li dijî jin û zarokan de li sedemên Hêsan digerin, yên dibêjin ji carekê tiştek nabe hevkarên sûcên îstîsmarê ne.”
 
‘Bila peywira xwe bînin cih’
 
Senemê balkişand ser fehskirina Peymana Stenbolê û wiha berdewam kir: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya di şevekê de Peymana Stenbolê fesh kir, berpirsên îstîsmara zayendîne. Em terfiya wek xelat a gumanbarên îstîsmarê qebûl nakin.Em bang li hemû rêxistinên demokratîk, sendika, partiyên siyasî, rêxistinên hiqûqê û gelê xwe dikin. Bila berpirsyariya xwe bînin ci. Ev pirsgirêkek civakî ye û divê bi yekitiyê bê çareserkirin.”