Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana partiyan

  • 18:14 8 Tebax 2023
  • Rojane
ENQERE - Berxwedêrên Abelen û Dîkmeceyê çûn serdana Partiya Çep a Kesk û gotin ku ew xaka xwe diparêzin û piştgirî xwestin. Hevberdevkên partiyê jî gotin ku di têkoşînê de ew jî bi wan re ne.
 
Meclis îro ji bo qirkirina Daristana Akbelen a li navçeya Mîlas û Mûglayê û zeytûngehên navçeya Dîkmece ya Antalyayê bi awayekî awarte civiya. Berxwedêrên Akbelen û Dîkmeceyê jî îro bi partiyên koma wan li meclisê heye re hevdîtin kirin. Şandeya ku hatî serdana Partiya Çep a Kesk, ji aliyê Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin û Serokwekîlê Koma Partiyê Saruhan Oluç ve hate pêşwazîkirin. 
 
Di hevdîtinê de  Çîgdemê  wiha got: “Em baş di ferqê de ne ku qadeke têkoşînê ya krîtîk e. Serdana we hêz da me. Em dixwazin hûn Partiya Çepên Kesk jî weke şirîkeke vê têkoşînê bibînin.” 
 
‘Ligel me cih bigirin’ 
 
Berxwedêrên Dîkmeceyê jî gotin ku di erdhejên Mereşê de ziyan gihiştiye wan û tenê xaka wan di destê wan de ma ye. Berxwedêran got ku zeytûnên herî biqelîte digihînin û piştî erdhejê tekane debara wan zeytûnin û xwestin siyasetmedar li cem wan cih bigirin. 
 
‘Em bi hev re ne’
 
Hevberdevk Îbrahîm Akin jî wiha got: “Li gel pirsgirêkên weke bêkarî, xizanî û aboriyê, her wiha pirsgirêkeke mezin a qirkirina xwezayê jî heye. Girîng e ku em bi hev re têbikoşin. Meclis îro bi awayeke awarte dicive. Em ê pirsgirêkên Dîkmeceyê jî, yên Cûdî jî yên Akbelenê jî biaxivin. Em ê têkoşîna xwe ya hevpar mezintir bikni. Nûnerê rejîma qesrê ji gel re dibêje ‘komên marjînal.’ A rast, tu rewatiya wan nema ye. Li dijî gel, li rex şîrketan cih digire. Dixwazin pêşeroja me tune bikin. Em ê li her derê bi têkoşeran û yên hêviyê didin re bin.”