'Tavilê pêşî li ber cînayetên jinan bigirin!'

  • 15:09 8 Tebax 2023
  • Rojane
 
RIHA - Platforma Jinan a Rihayê û Baroya Rihayê destnîşan kirin ku ger rayedaran peywira xwe pêk bianiyana dê Esma Kalenderlî ji hêla mêrê dest jê berdabû ve nehata kuştin. 
 
Platforma Jinan a Rihayê têkilarî qetilkirinên jinan ên roj bi roj zêde dibin de li Komeleya Piştevaniya Jinê ya Mala Jiyanê (Mala Jiyanê) daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Sevînç Îzol di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ji ber ku bi Peymana Stenbolê û Qanûna 6284'ê nayê kirin, jin tên kuştin."
 
Sevînç, bi domdarî bi bîr xist ku jina bi navê Esma Kalenderlî di 6'ê tebaxê de li navçeya Sêwereg a Rihayê ji hêla zilamê dev jê berdabû Mûrat Utuş ve hatiye qetilkirin û wiha pê de çû: "Ji bo Utuş 3 caran biryara dûrxistinê hatibû dayîn. Lê belê daxwaza kelemçeya elektronîk hate redkirin. Ger rayedaran kelemeçeya elektronîk qebûl bikirana dê Esma îro bijiya. Banga min ji bo Meclis û rayedaran ew e ku bila tavilê pêşî li ber cînayetên jinan bigirin." 
 
Daxuyaniya Baroyê
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê jî têkildarî kuştina jinan daxuyanî da. Serokê Baroyê Abdullah û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tev li daxuyaniyê bûn. Seroka Nevanda Mafên Jinan Zelîha Ozen diyar kir ku 27 dosyayên sûcan ên Mûrat hene û ev tişt anî ziman: "Sererastkirinên zagonî bi destê darazê vala tên derxistin. Esma ji malbata xwe re wiha gotiye,‘Mûrat dê min bikuje. Naxwazim navê min têkeve nav lîsteya jinên ji hêla mêrên ku pê re zewicîne hatine qetilkirin.’ Ev gotin careke din nîşanî me didin ku mekanîzmayên parastinê têrî parastina jinê nakin. Em ê wek Baroya Rihayê dê vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin."