Dayika Aştiyê Remziye Ekenek koça dawî kir
- 12:21 8 Tebax 2023
- Rojane
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Remziye Ekenek a li Dêrikê dijiya û ev demeke dirêj bû nexweşiyên wê hebûn, koça dawî kir.
Dayika Aştiyê Remziye Ekenek a li navçeya Dêrika Mêrdînê dijiya, di 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dayika Remziye salên dirêj weke Dayika Aştiyê têkoşiya. Ji ber derbaskirina felca mejî û temenê xwe yê mezin pirsgirêkên tenduristiyê dijiya. Dayik Remziye di 82 saliya emrê xwe de çû koça dawî kir.
Cenazeyê Remziye li Goristana Asrî ya Dêrikê hate definkirin.