Dîroka kongreya HDP'ê hat diyarkirin

  • 15:24 7 Tebax 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Kongreya awarte ya HDP'ê dê di 27'ê Tebaxê de bê lidarxistin. 
 
Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar civiya. Civîn, li navenda giştî ya Enqereyê bi rojeva kongreya awarte hat lidarxistin. 
 
Di civînê de dîroka kongreya awarte hat diyar kirin. Li gorî vê yekê 4'emîn Kongreya Awarte ya HDP'ê dê di 27'ê Tebaxa 2023'yan de li Navenda Bazirganiya Cîhanê bê lidarxistin. Ji bo amadekariya kongreyê jî Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Partiyê hat peywîrdarkirin. 
 
Her wiha rojên borî jî Partiya Çep a Kesk û HDP civîna xwe ya Lîjneya Rêveberiya Navendî pêk anî bû. Di civînê de biryara parastina hebûna HDP'ê û devirkirina rayê HDP'ê ya Partiya Çep a Kesk hat dayîn. Her wiha ji bo kongreya Partiya Çep a Kesk jî meha îlonê hatibû diyar kirin. Di kongreyê de biryara guherîna rêzikname û navê partiyê jî hat dayîn.