Li Rojhilat û Îranê 165 jin hatin qetilkirin

  • 13:51 7 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya Rojnameya Sarkê ya Rojhilat û Îranê, mêran di du salên dawî de 165 jin qetil kirine.
 
Komkujî û tundiya li ser jinan a li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike. Daneyên li herêmê roj bi roj zêde dibin. Li gorî nûçeya Rojnameya Sharq (Şark) li Rojhilat û Îranê 165 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.
 
Li gorî raporê, ji 165 jinan 108 jin ji aliyê merên ku perê hatin zewicandin ve, 17 ji aliyê birayên xwe ve, 9 ji aliyê kurê xwe ve, 13 ji aliyê bavên xwe û 18 jin jî ji aliyê mêrên din ên malbatê ve hatine qetilkirin. 
 
165 jinan 43 jê bi çekê hatine qetilkirin. Di raporê de ku balê dikişîne ser wê yekê ku mêr di dema qirkirina jinan de serî li îşkenceyê didin; hat diyarkirin ku 40 jin bi îşkenceyê hatine hatine qetilkirin.