Talîban çûna dibistanê li zarokên keç ên ji 10 salî mezintir qedexe kir

  • 12:24 7 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku li hin parêzgehên Afganîstanê Talîbanê talîmat daye mudîrên dibistanan ku xwendekarên keç ên li ser pola sêyemîn bişînin malên wan.
 
Talîbanê ku di Tebaxa 2021ê de li Afganîstanê rêveberiya welat girtibû dest, qedexeyek nû li ser zarokên keç danî. Hat diyarkirin ku li hin parêzgehên Afganîstanê çûna keçên ji 10 salî mezintir qedexe ye.
 
Wezareta Perwerdehiyê ya Talîbanê ev qedexe ji midûrên dibistanan re ragihand. Talîbanê ji rêveberên dibistan û kursên demkurt li parêzgeha Xeznî re got ku tu keçên ji 10 salî mezintir nikarin biçin dibistanên seretayî. Hat ragihandin ku Talîbanê talîmat daye mudîr û xwendekarên keç ên pola sêyemîn bişînin malên wan.
 
Talîban li Afganîstanê zextên li ser jin û keçan zêde dike û piştî 20 salan careke din dest danî ser desthilatdariyê. Talîbana ku ji jinan re tenê sefer û ketina park, werzîşxane û hewzê qedexe kir, herî dawî kuafor û salonên bedewiyê girtin û bi hezaran jin bêkar man.